Divê misilman bi hev re bibin piştevan
Cemîyeta Mustezefan a şaxa Amedê bi Sedema' Hefteya mustezefan a Cîhanê li Amedê ji bo jinan konferansek lidar xist.
Cemîyeta Mustezefan a Şaxa AmedÊ bi munasebeta Hefteya Mustezefên a Cîhane, li Amedê ji bo jinan konferansek lidar xist. Di konferansê de hat îfade kirin ku divê lazime misilman li hember mustekbîran bibin yek û encax bi vî awayî mustekbîr bên astengkirin.
Cemîyeta Mustez’efan a şaxa Diyarbekirê, bi munasebeta Hefteya Mustezefên a Cîhanê li Amedê ji bo jinan konferansek lidar xistin.Konferans bi xwendina Qûrana pîroz destpêkir.
Xeberdana silavdayînê jiteref andama Cemîyeta Mustezefan a Amedê ya şaxên jinan, Üzlîfe Sariagaçê kir.
Sariagacê îfade kir ku li temamê cîhanê kesên Misilman dibin zulmêdene û çaresariya misilmana ewe ku destê xwe bidin hev û ji hevre bibin piştevan û alîkar encex bi vî rengî wê Misilman ji bin zulm û eziyetê bên azad kirin.
Di konferansêde endama Yekîtîya Aliman û Medreseyan, perwerdekar Gulçîn Şanî ji bal kişand ser dîroka mucadela heq û batilê û weha got: “Heta dinya hebe, mucadela heq û batilê jî wê dewam bike”.
Şani bal kişan ser helwesta welatên îslamê û da zanîn ku pêwîste Misilman bibin yek dev ji îxtîlaf û gelemşeyên nav xwe berdin.
Di dawiya bernameyê de kesên ku di îmtîhana wîladeta pîroz ya Sîyerêde derence vergirtibûn hatin xelatkirin.
Bername bi xwendina dûa bi dawî bû. (ÎLKHA)