Ey PKK! We nekarî têka Hîzbûllah bibin
Midûrê Çapemenîya Gıştî ya Dogruhaberê Mehmet Goktaş beşdarê doza Yasîn Boru yê li Enqerê bû. Goktaş li wir wiha bang li PKKê kir : “ Wext hat we ji dewletê re çok datewandin. We têka polês û eskeran bir. Lê hûn jî dizanin ku we nekarî têka Cemaet Hîzbûllah bibin. Hûn wê nekarin têka wî bibin.
Nûnerên SazîyênCivatê ya Swîl û nivîskarên ku Doza Yasîn Boru yê ku li Mehkemeya Cezayê ya Giran a 2yemîn a Enqerê şopandin li ber dadgehê daxuyanî dan.
“Ez qet bawer nakim ku dê ji terefmehkemê ve edalet were dayîn”
Soner Kartal li ser navê Platforma Bawerîyê ya Enqerêaxivî. Destnîşan kir ku Yasîn birayê wan e. Ji ber vê yekê ji serî heta niha vî dozê şopandine. Dûvre Kartal axavtina xwe wiha domand: “ Me di berîya bûyerên 6-8ê cotmehê de ji rêvebirên HDPê re got bang li gel nekin. Me got hûn dê zirarê bidin bi hezaran kes. Dê xwîn were rijandin. Wan destnîşan kirin ku ev bangewazîyekîdemokratîk e. Tiştekî wisa tûne. Wan kîn û kerbên xwe bi bangewazîyên xwe re pêkanîn. Ji vir îro ez vê yekê dibêjim ‘Em li benda edaletê ne.’ Bawer bikin Ez qet bawer nakim ku dê ji terefmehkemê ve edalet were dayîn. Çi wext edaleta Xweda were dê ew çax edalet ciyê xwe bigire.”
MidûrêÇapemenîya Giştî ya Dogruhaberê Xoce Goktaş jî wiha axivî: “ Bi teybet di van demên dawî de hewl dana dan sekinandina Qur’anê gihaştîye asta herî bilind. Em ne bawerin ku Yasîn Boru û hevalên wî bi şiklekî lêrasthatinî hatine kuştin. Em bawerin ku ev yek bi şiklekî nexşekirî hatiye kirin. Ji 90 salan zêdetir e ku rejîma Kemalîst di vî welatê de bi Misliman û Qur’anê re şer kirîye. Lê çawa ku li Rojavayê karî bixebitenekarî li Kurdîstanê vê yekê bike. Îxaleya vî hişmendîyê dan PKKê. Tiştên ku hişmendîya Kemalîstnekarî di 80 salan de bike PKK di 5-10 salan de kir. Civata ku Yasîn Boru û hevalên wî jê hatine li wir tekoşînahebûnê daye. Hemd ji Xweda re ku vê yekê karî bike. Em ji vir bang li HDPKK û kesên ku piştgirî didin wan dikin; rast e hûn bitewanin û heta we hinek caran karî çok li dewletê bidin tewandin. We têkapolês û eskeran bir. Lê hûn jî dizanin ku hûn nikarin têkaCemaetaHîzbûllah bibin. Hûn dê nekarintêka wî bibin.em vî ji vir îlandikin.
“ Em dê nehêlin ku vî doza îhmalkarbikin”
Sekreterê Wexfa Wehdetê Îsmaîl Haydar destnîşan kir ku dê ew jî nehêlin ku ev doz were îhmalkar kirin. Dûvre Haydar axavtina xwe wiha domand: “ Em dê vî dozêbişopînin. Şehit Yasîn Boru û hevalên wî bûn wesîla yekîtîya hemî mislimanan. Ji ber vê yekê Xwedê ji wan razî bibe û Xwedê şehadeta wan qebûl bike.”
“ Dê guhê xayîn û zalimançingînî bike”
Molla Nîzamettîn Yalçin li ser navê Platforma Evîndarên Pêxember a Koordînatortîya Wîlayeta Stenbolê wiha axivî: “ Çawa ku hûn xwedî li vî dozê derketin çawa ku hûn ezîzin Xwedê Teala jî we jî ji salihanbinîvîse. Bi rastî mislimanên bi şiûr ji bajarên cûda hatine li vir. Ev yek tiştekî pirr girîng û şanaz e. Înşaellah ev yek zêdetir dibe. Dê guhê xayîn û zalimançingînî bike.
“Di dîrokê de wehşetekî wiha nehatîye dîtin”
Serokê Giştî ya Mazlum-Derê Ahmet Faruk Unsal jî diyar kir ku demekî dirêje ku ev doz didome û ne diyar e gelo dê çiqas bidome. Lê heta edalet cîyê xwe negiredê ew têrnebin. Unsal wiha pêde çû: “ Jan me ani balhev. Bûyerên 6-8ê cotmehê di dîroka Kurdîstanê de rojên herî tarî yên dîrokê bû. Gelek însan jiyana xwe ji dest da.” (ÎLKHA)