Otopsîya Tahîr Elçî
Raporta otopsîyê ya Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçîyê ku hat kuştin temam bû. Hat diyarkirin berika ku li Elçî îsabet kirîye ji dûr ve hatîye berdan.
Otopsîya Tahîr Elçîyê ku di pevçûna ku li navçeya Sûrê qewimî de jiyana xwe ji dest da temam bû. Hat diyarkirin berika ku îsabetî qamçika wî kiribû ji çavê wî çepê derketîye.
Di rapora otopsîyê ya ku ji teref Serdozgerîya Komerê ya Diyarbekirê ve hatîye amedkirin de di derbarê mijarê de hat diyarkirin berik îsabetî qamçika Tahir Elçi kirîye û ji çavê wî çepê derketîye.(ÎLKHA)