Îstatîstîkên Alkolê Yên Tirkiyê
Wezareta tendurıstîyê, îstatîstîkên der barê vexwarına alkolê de dıyar kır. Lı gorî wezaretê, jı sedî 87ê tırkıyê alkolê venaxun.
Di van rojan de li Tirkiyê zirarên Bonzaînê tê xeber dan. Wezareta Tenduristiyê, îstatîstîkên der barê alkolê de diyar kirin.
Li gorî xebata “Li Tirkiyê Nexweşiyên Kronîk û Pirbûna Faktorên Rîskê” ya ku li 81 bajarê, bi 18 hezar û 477 kesên bi 20 hezar û 500 diktorên malbatî ve girêdayî re hatiye kirin, li Tirkiyê ji sedî 87 kes qet alkolê venaxun.
Li welatekî musluman, vexwarina alkolê ya ji aliyê ji sedî 13 welatiyan ve, reqemek pir zêde hat dîtin.
Li gorî lêkolînê ji sedî 23ê zilaman alkolê veduxin, ji bo jinan ev hejmar ji sedî 4 e.
Herî zêde li herêma Marmarayê alkol tê vexwarin û hejmara wê jî bi qasî ji sedî 20 e. Herî hindik jî li herêma başûrê rojhilatê ye û hejmara wê jî ji sedî 4,7 e. Li gorî encamên lêkolînê, nîsbet û rêjeya vexwarina alkolê ya li gorî herêman weha ye:
Herema Marmarayê % 20, Herêma Egeyê % 18.8, Herêma Behra Sipî % 15, Herêma Anadolûya Navîn % 13, Herêma Behra Reş % 11, Herêma Rojhilatê Anadolûyê % 5.5, Herêma Başûrê Rojhilat jî % 4.7 e.
Welatî dibêjin ku araq û alkol make û diya hemû nexweşî û xerabiyan e. Ji lew divê dewlet li ber alkolê mucadele bike. Her wiha îfade dikin ku di rêzefîlmên televîzyonan de mexsûs sehneyên ku vexwarina alkolê di wan de hene zêde bûne û li ber wan jî tu ceza û meyyîde nayên kirin. (Hürseda Haber)