Umût-Dera Batmanê dest bi xebatên xwe qurbanê kir
Umût-Dera Batmanê ya ku her sal di Eyda Qurbanê de alîkarîya bihezaran malbatên jar û feqîr dike dest bi xebatên xwe yên qurbanê kir û bang li xelkê Batmanê kir da ku di vê mijarê de alîkarîya komeleyan bikin.
Serokê Umûd Der Gida Bankasi Halîl Ergîn di derbarê alîkarîyên ku wê li Eyda Qurbanê de bên kirin de destnîşan kir ku komele di van mijaran de di navbera xêrxwaz û hewcedaran de dibin pirr û bang li xelkê Batmanê kir da ku di vê mijarê de alîkarîya wan bikin.
Halîl Ergîn di derbarê alîkarîyên ku hatine kirin û yên ku wê bên kirin de wiha axivî: “Me wek Umûd-derê ji bona alîkarîyên ku wê bên kirin dest bi xebatan kir.Ji îro pêve komeleya me wê ji bona kesên xêrxwaz alîkarîya, kirîn û serjêkirina qurbanan bike.Bihaya pez 500 TL ye. Her wiha heger kesên xêrxwaz ji bona qurbanê dewaran bixwazin em dikarin ji bona wan temin bikin.Ew ê serjêkirin weke her sal li mezbexaneyan bê kirin.”
Gergîn axavtina xwe ya di derbarê xebatên qurbanê de wiha da domandin: “Ji kesên xêrxwaz yên ku bixwazin bi wesîleya me alîkarîyên bigihêjînin feqîran re komeleya me 24 seat vekirîye. Hemwelatîyên ku bixwazin qurbanên xwe bi alîkarîya me belav bikin dikarin ji nimreya 0488 212 10 12 û 0506 746 87 97 bi me re têkevin têkilîyê. Kesên xêrxwaz dikarin heta roja çarêmîn a eydê siparîşên xwe bidin.”
Gergîn di dawîya axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Em ê ji bona eyda qurbanê û alîkarîyan li çar alîyê bajêr ve afîşan daleqînin. Her wiha ji bona van alîkarîyên ku wê bên kirin komîsyoneke ku ji dildar û endamên komeleya me pêk tê me amade kir û niha jî ev komîsyon dest bi xebatan kiriye. (ÎLKHA)