Li Beytuşşebabê 22 PKKyî hatin kuştin
Hat ragihandin li navçeya Beytuşşebaba Şirnexê di encama şerê ku derket de 22 PKKyî hatin kuştin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Sererkanîyê ve hatîye dayîn li Beytuşşebabê di encama pevçûnên ku derketîne de 22 PKKyî hatin kuştin.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ji xeynî 15 PKKyîyên ku 26ê îlonê hatine kuştin her wiha 7 PKKyîyên din jî hatine kuştin. Di dumahîyê de tevde 22 PKKyî di pevçûnan de hatin kuştin.Di daxuyanîyê de her wiha hat diyarkirin 7 PKKyîyên ku hatine kuştin digel çek û cebilxaneyên xwe hatine bidestxistin. (ÎLKHA)