'Êrîşa ku hatîye kirin êrîşa terorê ye'
Piştî êrîşa çekdarî ya ku li Serokê Şaredarîya Mezin a Rihayê hat kirin re Walîyê Rihayê Îzzedîn Kuçuk di derbarê mijarê de digel Serokê Şaredarîyê Nîhat Çîftçî daxuyanîyeke çapemenîye da.
Walîyê Rihayê Îzzedîn Kuçuk piştî êrîşa ku li Serokê Şaredarîya Rihayê hat kirin re daxuyanîyeke çapemenîyê da.
Daxuyanîya çapemenîyê li ber avahîya şaredarîyê hat dayîn. Walî Îzzedîn Kuçuk, Serokê Şaredarîyê Nîhat Çîftçî û her wiha parlementerên AK Partîyê jî tevlî daxuyanîya çapemenîyê bûn.
Walî di daxuyanîya çapemenîyê ya ku da de di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Li gor tesbîtên ewil êrîş, êrîşa terorê ye.Hêzên ewlehîyê piştî êrîşa çekdarî ya ku hatîye kirin re li heremê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.Ez vê êrîşa ku hatîye kirin tel’în dikim.Ev êrîş li dijî azadî û demokrasîya me hatîye kirin. Ev êrîş tu car nabin sebeb ku em serê xwe li ber xwe bitewînin. Kesên ku vê êrîşê li dar xistine wê di demeke nêz de werin girtin û ji edaletê re wê bên teslîmkirin.”
Di daxuyanîya çapemenîyê de Çîftçî jî êrîşa ku li wan hatîye kirin bi van gotinan anî ziman: “ Em ji bo pirsgirêka bêavîyê ya di navbera Hîlwan û Sîwerekê de çareser bikin çûne Sîwerekê. Piştî ku me kare xwe qedand ji navçê veqetîyan. Dema ku em li 5emîn kîlometreya rêya Rihayê bûn ji her du rexan ji 50 metro dûr ve bi çekên lûle dirêj êrîşî me kirin.”(ÎLKHA)