Aşiqên Qur’anê gihaştin Qur’ana Kerîm
Di çarçoveya kampanyaya ku ji teref Yetîm-Dera Ewrûpayê ve ji bona Ugandayê hatibû destpêkirin ji xwendevanan re bû hêvî. Xwendavanên ku bûn xwedîyê Qur’ana Kerîm kêfxweş û bextewar bûn.
Berî vê 5 mehan ji teref Yetîm–Dera Ewrûpayê ve ji bona welatên Afrîkayê kampanyeke bi navê ‘Alîkarîya Kirtasîyê û Qur’ana Kerîm a ji bona welatên Afrîkayê’ hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku hatibû destpêkirin de Yetîm-Dera Ewrûpayê li Kampalaya paytexta Ugandayê li mekteban ji xwendevanan re Qur’ana Kerîm û malzemeyên kirtasîyê belav kir.
Di derbarê mijarê de Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş wiha axivî: “Ew ê heyetek ji Yetîm-Dera Ewrûpayê di meha sibatê de biçê Afrîkayê û xebatên alîkarîyê yên ku hatine kirin di cihê wan de kontrol bike. Ji bona ku ji xwendevanên ku hewcîtîya wan bi Qur’ana Kerîm hene alîkarî bê kirin pêwîst e kesên xêrxwaz di vê mijarê de alîkarî ya me bikin.”
Ateş di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir kesên ku bixwazin bi wan re têkevin îrtîbatê dikarin ji malpera wan www.avrupayetimder.com ê û ji nimreya telefonê 0049 157 739 758 18 jî bi wan re têkevin têkilîyê.(ÎLKHA)