'Pêwîst e ku şer li herêmê belav nebe'
Serokatîya Têkilîyên Derve yê HUDA PARê daxuyanîya nivîskî da û di daxuyanîyê de balafira Ûris a ku li sînora Sûrî de hatibû daxistin nirxand. Ji alîyekê din ve HUDA PAR destnîşan kir hewl didin ku şerê Sûrî hilpekînin welatên din. Pêwîst e ku herkes ji vê haydar bin.
Serokatîya Têkilîyên a Derve yê HUDA PARê piştî ku balafira Ûris a ku li sînora Tirkîye-Sûrî hatibû daxistin di derbarê geşedenîyan de nirxandin kir.Serokatîya Têkilîyan a Derve ya HUDA PARê daxuyanîyekî nivîskî da. Di daxuyanîyê de diyar kir ku hewl didin ku şerê Sûrî hilpekînin welatên din. Ji ber vê yekê pêwîst e ku herkes ji vê yekê haydar be.
‘ Her çiqas nerasterast jî be daxilê şerê navxweyî bûn’
Di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin ku digel derbasbûna 5 rojan di nabeyna her dû welatan de rageşî zêdetir bûye û ev rageşî tê zêde kirin. Bal hat kişandin hingî ku şerê Sûrî destpê kirîye Tirkîye û Ûris li dijî hev bûne û piştgirî dane alîgirên ji hev cûda. Ji ber vê yekê heke nerasterast jî bbe daxilî şerê navxweyî bûn.
Di domahîya daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku Ûris bi hinceta DAIŞê balafir şande Sûrîyê û bi êrîşên ku li mixalifên Esed hat kirin ve daxîlê şer bû. Her wiha ji ber ku Tirkmenên ku ji teref Tirkîyê ve dihat piştgirîkirin êrîş li wan hat kirin. Ji ber vê yekê Tirkîye û Ûris li ber hevdu re rabûn. Ev yek jî bû sedema zêdebûna rageşîyê.
‘ Hêzên ku li dijî îslamê ne hewl didin ku di naveyna walatên herêmê de şer derxînin’
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di van rojên dawî de daxuyanîyên ku ji teref rêvebirên ABD, AB û NATOyê ve hatiyê daxuyandin dide nîşan ku ev yek Tirkîyê tehrîk dike. Ev daxuyanî ji aqlê selîm dûrin û ev yek Tirkîye û Ûris tênî hemberî hev û dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “ Herkes dizane ku welatên rojavayê ji bo ku welatên îslamê kedxwarî bikin bi hinceta şerê navxweyî, welatan bê îstîqrar û îşqal kirine. Em dibînin hêzên ku li dijê îslamê ne hewl didin ku di naveyna walatên herêmê de şer derxînin.”
‘Pêwîts e ku mirov heta dawî zor bide ser mercîyên dîplomatîk û sîyasî’
Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat ragihandin: “ Em wek HUDA PAR berî niha jî anîbû ziman hinek kes hewl didin da ku Tirkîye û Îranê bi rûberî hev bixin û van welatan daxilê şer bikin. Ev geşedanî nîşan didin ku tespîtên ku me kiribûn rast e.” Hat destnîşan kirin ku ev rewşa ku îro dinya tê de ye xeterekî zehf mezine.Bêguman Tirkîye mafdar e ku bersiva tehdîtên ku lê tên kirin bide û ewlehîya qada hewayê ya xwe biparêze. Lê pêwîst e ku Tirkîye di derbarê vê yekê de hişyar bibe û bazîyên kesên ku dixwazin Tirkîye bikişînin nav şer, xalî derîne. Pêwîst e ku heta dawî zor bide ser mercîyên dîplomatîk û sîyasî. Pêwîst e ku Tirkîye bi tu wechê mijara şerê tênexe rojeva xwe. Lewra xêra şerên ku dê biqewimin ne ji Tirkîye ne ji Ûris û ne jî ji tu kesî re tûne ye.”
‘Pêwîst e ku hewl bidin da ku pirsgirêk bi mercîyên sîyasî werin çareser kirin’
Bal hat kişandin ku heta li Sûrî çareserî neyê dîtin dê Tirkîye, Îran û Ûris li berhev re rabin. Ji bo ku şer lî herêmê belav nebe pêwîst e ku şerê navxweyî ya Sûrî demildest were çareser kirin.
Di domahîya daxuyanîyê de wiha hat destnîşan kirin: “ Ji bo vê yekê gava ewil ev e ku şerên di naveyna rejim û mixalifan de demildest were sekinandin. Pêwîst e ji bo ku pirsgirêkên di naveyna alîgiran de ne werin çareser kirin hewlên siyasî werin dayîn. Bila nebin sedema xerab bûna welatan û bila nebin sedema perîşan bûna gel.”
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku piştî daxistin a balafira Ûris bertekên ewil ji Serokê Çeçenîstanê Kadîrov û ji PYDê hatîye. Ev yek pirr balkêş e. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “ Em dibînin ev daxuyanîyên ku hatine daxuyandin dide nîşan ku hewl didin ku Tirkîyê bikşînin nav şerên heremê. Li dijî geşkirina şerên navxweyî ya Sûrî a li herêmê pêwîst e ku herkes hişyar be.”(ÎLKHA)