Ji HUDA PARê êrîşa Çinarê re bertek
Seroktiya Bajarê Amedê ya HUDA PARê, bi daxuyaniyek nivîskî ji êrîşa ku li Çinarê ji teref PKKê ve hat kirin re bertekek tûnd nîşan da.
HUDA PAR di derbarê êrîşa ku li Çinarê ji teref PKKyiyan ve hat kirin û her wiha di encama vê êrîşê de 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn de daxuyaniyekê nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi bandora teqînê ve sazî, avahiyên hawîrdor û xelkê siwîl jî zirarê dîtine. Ji ber vê yekê HUDA PAR, ji kesên ku jiyana xwe ji dest daye re ji Xwedê Teala rehmet û ji kesên ku birîndar bûne re jî silametî xwest.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin bi şerên ku PKKê kişand nav bajar û kolanan re di civakê de panîk û diltirsî zêde bûye. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Hovî û wehşetiyên ku ku li navendên bajêran diqewime bi êrîşa herî dawî yê ku li Çinarê hatiye kirin re wehemat û hoviya vê yekê dîsa anî holê.”
“Heta ku bajar û kolan wek cepe werin bikar anîn dê însan bimirin”
Her wiha di daxuyaniyê de hat belav kirin ji ber ku ev şer didomin dê mexdûriyeta civakî zêdetir bibe. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Heke ev êrîş bidomin dê mexdûriyeta civakî, talan û wêran kirin bajêran zêdetir bibe û dê gel malên xwe terk bike. Heta ku bajar û kolan wek cepe werin bikar anîn dê însan bimirin.”
“Divê ku êrîşên tûndî yên ku wek bidestxistina mafan tên dîtin werin rawestandin”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin pêwîst e ku êrîşên tûndî demildest werin sekinandin. Daxuyanî wiha hat domandin: “Gelê me, dixwaze ku Pirsgirêka Kurdan bê çek, bê şer û her wiha bi siyasetê bi şiklekî bêdeng were çareser kirin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku êrîşên tûndî yên ku wek bidestxistina mafan tên dîtin werin rawestandin.” (ÎLKHA)