Rêber Velîoglu li Hernê hat bîranîn
Rêberê Cemaeta Hîzbullah merhûm Huseyîn Velîoglu li bajêra Herneya Almanyayê di bernameya ku hat tertîpkirin de bi duayan hat yadkirin.
Rêberê Cemaeta Hîzbullah merhûm Huseyîn Velîoglu yê ku di 17ê Çileya 2000an de li Beykoza Stenbolê di sergirtina malê de ji teref polêsan ve hatibû şehîdkirin li Herneya Almanyayê bi bernamê hat bibîranîn.
Bernemaya biranînê ji teref Herne Îqra û Selam-Derê ve hat tertîpkirin.Di bernameyê de di derbarê girîngîya rojê de ji teref Seydayên Weqfa Îqrayê Seyda Saîd ve axavtinek hat kirin.Saîd di axavtina xwe de li ser mîrasa ku ji teref merhum Huseyîn Velîoglu ve ji ummetê re hatiye hiştin sekinî.
“Ji kesên ku di rêya Xwedê de tên kuştin re nebêjin mirî ne!”
Seydayê Saîd di berdewama axavtina xwe de ayeta ‘Ji kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin mirîne, bîlakîs ew zîndî ne lê belê hûn nikarin vê îdrak bikin’ bi bîr anî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehîd Rêber li pey xwe ne mal ne jî milk hişt.Weke mîras tenê doza xwe ango Cemaetê hişt.Rêber ji kesên ku jê re digotin ‘Keko te kitêbek nivîsandibana da ku yên li pey te jê îstîfade bikin’ digot ku ‘Kitêbên ku em dikarin jê îstîfade bikin gelek in, encax divê em heyatên xwe bi xwe bikin wek kitêban da ku dema însan li me nihêrtin ji kitêban zêdetir ji me îstîfade bikin.”
Seydayê Saîd di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir Merhûm Velîoglu 22 salên jiyana xwe bi temametî weqfî îslamê kiribû û gund bi gund, gundik bi gundik bi pêyatî digeriya da ku doza îslamê bibe ji hemû kesî re û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Şêhîd Rêber digot ku: “Bê xebat, bê bedel û bi rûniştinê tu tişt nayê bidestxistin, heger em dixwazin serfiraz bibin divê em ji dijminan zêdetir bixebitin.Divê em dozê bibin gundên herî dûr jî.”
Piştî axavtina Seydayê Saîd bername bi xwendina helbest û ezgiyan dawî bû.(ÎLKHA)