IHO EBRAR ji xelkê Cizîrê re alîkarî kir
IHO EBRAR li navçeya Cizîra Şernexê ji malbatên hewcedar û mexdûr re alîkariya erzaqê kir.
IHO EBRARê ku Saziya Alîkariyê ya Navteweyî ye û navenda wê jî li Hollandayê ye li Cizîra Şernexê ji xelkê ku ji ber pevçûnan mexdûr bûbûn re alîkariya erzaqê kir.Rayedarên IHO EBRARê yên ku paketên erzaqan ji xelkê mexdûr û hewcedar re belav dikirin di derbarê mijarê de diyar kirin ew ê xebatên wan ên alîkariyê berdewam bikin.
Alîkariya ku ji kesên feqîr, muxtac û mexdûr re hat kirin bi navgiriya Banqeya Nuh Gidayê hat kirin.
Kesê bi navê Servet Adlim di derbarê mijarê de axivî û diyar kir ew hewil didin alîkariya ku ji teref IHO EBRARê ve hatine şandin ji malbatên ku mexdûr û feqîr in re belav bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li wê eyan e li Cizîrê 79 rojan qedexeya derketina derve hebû.Ji ber qedexeya derketina derve xelkê me gelekî mexdûr bû ku em jî hewil didin alîkariya vî xelkî xwe yê ku mexdûr bûye bikin.Me hewil da parîkek be jî êş û kulên wan sivik bikin.”(ÎLKHA)