'Bi hincetên ji rêzê mexdûriyet tên domandin'
Mehmet Yavuzê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê piştî dîtina niştina doza Yasîn Boru di daxuyaniya ku da de destnîşan kir bi hincetên ji rêzê mexdûriyet tên domandin ku ev yek ne rast e.
Niştina 14 emîn a Doza Yasîn Boru û hevalên wî di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de hat dîtin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka siwîl û parêzger beşdarê vê niştinê bûn.
5 parêzerên qatilan mazeretên xwe ragihandin û beşdarê niştinê nebûn. Serokê mehkemê diyar kir ku di şûna van 5 parêzeran de wekîlek hatiye tayînkirin. Di şûna 4 parêzerên din de wekîl nehatine tayînkirin û mecbûr mane mazeretên xwe ragihînin. Ji ber vê yekê 14emîn niştina doza Yasîn Boru taloqî 3ê Nîsanê hat kirin.
Piştî niştina ku hat dîtin re Mehmet Yavuzê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê nirxandinan kir û domandina mexdûriyetên ku bi hincetên ji rêzê tên kirin rexne kir.
Yavuz di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew hêvî dikirin ku îro qerar hatibana dayîn û di niştina berî vê niştinê jî hatibû diyarkirin ku ev niştin dê bibe niştina herî dawî. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê bi qasî ku heta niha me dîtiye ji ber ku parêzerên bersûcan beşdarî dozê nebûne û ji ber îxtîmal e ji teref dadgeha bilind ve xerakirina cezayê, doz taloqî 3ê Nîsanê hat kirin. “
“Divê ev sûcê ku hatiye kirin têxin statuya sûcên ku li dijî însanan hatiye kirin”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi hincetên ji rêzê domandina mexdûriyetan ne rast e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber vê yekê divê demildest qerar bê dayîn. Weke ku me berî niha jî gotibû temamê sûcan avêtine ser tetîkkêşekî û li ser wî kesî darizandinê dikin û hewil didin dosyayê bigrin ku bi vî awayî edalet tecellî nake. Dibe ku dosya bê girtin. Lê ew ê ew dosya di wijdanên me û di wijdanên însanetî û raya giştî ya Tirkiyê de vekirî bimîne. Lewra divê ev sûcê ku hatiye kirin têxin statuya sûcên ku li dijî însanan hatiye kirin.
“Ji bo tecelliya edaletê divê kesên ku qetlîamê danepêkirin, temaşakirine û wezîfedar û rayedarên îhamliya wan heye jî bên darizandin”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê kesên din jî bên darizazndin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta ku kesên ku vê qetlîamê dane pê kirin, kesên temaşe kirine û heta ku rayedarên îdarî û wezîfedarên ewlehiyê yên ku wezîfeya xwe nekirine neyên darizandin dê edalet tecellî neke. Yavûz dû re wiha pê de çû: “ Ez di nava van hestan de dikarim bibêjim ku edalet dê rojekê tecellî bike û dê kesên ku pêdanekirin û kesên qatil di wijdana raya giştî ya Tirkiyê de hatine mehkûmkirin. Ez dikarim vê bi şikleke rihet bibêbjim.”
Hesen Bozdaşê ji parêzerên dozê jî di derbarê mijarê de destnîşan kir di vê dozê de tenê kesên tetîkkêş tên darizandin û wiha li axavtina xwe zê de kir: “Lê di ya rastiyê de em dizanin ku di vê bûyerê de bi sedan kesên ku vê yekê pêdanekirin hene. Her wiha em dizanin ku wezîfedarên ewlehiyê û rayedarên îdarî di warê kirina wezîfeyê de îhmalkariyê kirin. Em hêvî dikin di 3ê Nîsanê de qerar bê dayîn.”(ÎLKHA)