'Civîna aliman îttîhada Îslamê ye'
Yrd. Doç. Dr. Davut Işikdoganê ku bernameya Wîladeta Pîroz a li Diyarbekirê nirxand destnîşan kir ew alimên ku ji bo bernamê ji welatên Îslamê hatibûn nîşaneya îttîhada Îslamê ne.
Her weke ku tê zanîn şemiya borî ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hatibû tertîpkirin û ji nava welêt û derveyê welêt gelek alim û mêvan beşdarî vê bernamê bûbûn. Serokê Şaxa Makezanîsta Perwerdeya Dîn a Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê Yrd. Doç. Dr. Davut Işikdoganbernameya Wîladeta Pîroz a li Diyarbekirê nirxand û destnîşan kir ew alimên ku ji bo bernamê ji welatên Îslamê hatibûn îttîhada Îslamê ne.
Işikdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir di van salên dawî de bername êdî ne di nava heftiyekê de berewajî bi mehan tên pîrozkirin ku ev yek jî manewiyat û moralê dide Mislimanan.
Işikdogan di berdewama axavtina xwe de qala temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ a bernameya Wîladeta Pîroz kir û diyar kir di heyameke ku nexasim tê de îhlalên mezin tên kirin de hilbijartina sernaveke wisa lîsabeteke mezin watedar e.
“Civîna aliman a li bernameya Wîladeta Pîroz îttîhada Îslamê ye”
Işikdogan di berdewama axavtina xwe de qala mêvan û alimên ku ji derveyî welêt beşdarî bernamê bûne kir û wiha got: “Dema ku em li Ewrûpayê dinêrin li wê derê muesseyeke bi navê Papa ya ku dewletên dinyayê tînê bal hev heye. Di van mehên borî de dema ku li Ewrûpayê hinek qeyran rû da Papa temamê serokê dewletên ku endamên Yekîtiya Ewrûpayê ne kom kir û hinek ultîmatonên dînî da wan û bi wan re îstîşare kir. Tiştê ku me tînê bal hev jî dîn e. Temamê aliman bi vî şiklî ji welatên Îslamê hatine wan vê derê diyar dike ku xaleke ku em li ser lihevdikin heye ku ev yek jî îttîhada Îslamê ye. Ev yek bi gotineke din îttîfaka Mislimanan e. Dibe ku ev cûr bername werin zêdetirkirin.”
Işikdogan di dawiya axavtina xwe de jî tertîpkirinên bernameyên Wîladeta Pîroz nirxand û diyar kir pêwîst ev bername li cihên cûrbecûr ên dinyayê jî werin tertîpkirin.(ÎLKHA)