Yapıcıoglu mexdûrên FETO ziyaret kir

Yapıcıoglu mexdûrên FETO ziyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu kesên ku di Doza Wehdet-Derê de bi komplo û kumpasan ji teref daraza FETO ve hatibûn mexdûrkirin ziyaret kir.

Mustafa Yetîş, Îsmaîl Alpaydin, Kamîl Demîral û Ahmet Alkan  di sala 2010an de ji teref daraza FETO ve bi komplo û kumpasan di doza Wehdet-Derê de hatibûn girtin û ji wan re ceza hatibû dayîn. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriyya Yapicioglu van kesên ku di Doza Wehdet-Derê de bi komplo û kumpasan ji teref daraza FETO ve hatibûn mexdûrkirin ziyaret kir.

Yapicioglu ji ber sabr û metaneta ku malbatan nîşan dane wanan tebrîk kir û  sekna wan a bi dirayet a li hember neheqiyê teqdîr kir.

 “Ji ber tewra ku we nîşan daye em mînnettar in”

Fatima Yetîşa ku diya Mustafa Yetîş e diyar ku ew ji ber tewra ku HUDA PARê ya ku di pêvajoya Doza Vahdet-Derê de nîşan daye mînnettar in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rebbê min ji we razî be, we gelek zêde derdê me girt li ser xwe. Mustafa rojekê ji eqlê me derneket û me her tim jê re dia dikir. Ne tenê ew hevalên wî jî bi neheqî di girtîgehê de ne. Mistefa 7 salan di hindir me, lê kesên ku ev 25 sal e di hindur de radizin hene.”

 “Mistefa lawê te ye encax birayê me ye jî”

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku di dema ziyaretê kir de destnîşan kir  hemû kes mukellef e ku di warê neheqî û zilmên  ku li Yûsifiyan tên kirin de wezîfeya xwe bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dayê, Mistefa lawê te ye, encax ew birayê me ye. Elbet em ê li dijî wan neheqiyên ku tên kirin tiştên ji destên me bê bikin. Tu deynê me yê minnetê li tu kesî tune ye.”

 “Mexdûriyeta wan kesên ku marûzî zilmê bûne hêj berdewam dike”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir dê û bavê Mistefa pir bi sebr û metanet hereket kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez şahid im, diya me her tim wiha digot ‘ Bila pêşî ew birayên wî yên ku ev demeke dirêj di hepsê de ne û zilm li wan tê kirin derkevin bila dû re Mistefayê min derkeve.’ Bi salan eşkere ev zilm li van însanan hat kirin  û mexdûriyeta wan hêj berdewam dike. Lê teqdîra Xweda çawa be dê ew ê wisa bibe. Em  ji Rebbê xwe hêvî dikin ji wan kesên ku bi neheqî di hundir de tên girtin re deriyê xêrê vebin. Em temennî dikin Rebbê me di nav van mişkîle û zehmetiyan de piyên me li ser rêya rast daîm û qaîm bike.”

Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir  temamê sefheyên heyeta îmtîhan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li wan kesên ku bi neheqî û kumpasan ji ber nasnameya wan ceza dane van kesên Misliman dinêrin ketine girtîgehê û Mistefa jî li derve ye. Yanî  hisaba Xweda jî heye. Rebbê min ji ser Mistefa we jî îmtîhan kir. Înşallah hûn ê jî bi şikleke muzaffer vê îmtîhanê derbas bikin.”(ÎLKHA)