Kerwana Ûmudê xebatên xwe didomîne
Kerwana Ûmudê ya ku ji ber minasebeta meha Remezanê seferberiya alîkariyê dabû destpêkirin di bergeha seferberiyê de xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne.
Weqda Alîkariya Însanî ya Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê li Stenbolê ye ji ber minasebeta meha Remezanê seferberiya alîkariyê dabû destpêkirin ku weqif di bergeha vê seferberiyê de xebatên xwe yên alîkariyê bênavber didomîne.
Weqf di bergeha xebata ku dabû destpêkirin li Bûrsa, Wan, Erxaniya Diyarbekirê, Kahtaya Semsûrê û Kanîreşa Çewligê tev de ji 534 malbatên feqîr, jar û hewcedar re alîkariya cil û bergan, erzaq û alikariya naqdî hat kirin. Li gor agahiyên ku rayedarên weqfê ew ê xebatên wan ên alîkariyê bidomin.(ÎLKHA)