Li Stenbolê teyrok barî, firtone rabû, birûsk ket
Li Stenbolê di wextên êvarî de ji nişka teyrok bariye û firtone rabû. Di encama barîna teyroka ku libên wê bi qasî gûzîkê bûn û ji ber tofana ku rabû li Stenbolê jiyan rawestiye.
Doh Midûrtiya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo barîna barana zêde û firtonê hişyarî dabû ku doh di danê êvarî de ji nişka ve firtone rabû, teyrok bariye û birûsk ketin.
Ji ber bahoz û firtonê dar qûlibîn û avahî û kargehên li bajrê zirareke mezin dîtin.
Ji ber barîna teyrok û rabûna bahoz û firtonê seferên marmareyê û seferên ferîbotan hatin betalkirin û berê çend balafirên ku diviyabûn xwe li Stenbolê deynin hat dayîn li balafirgehên bajarên nêz.
Ji ber barînê dîwar hilweşiya
Li Kurtuluşa Şîşliyê dîwara goristanekê ji ber barîna tund hilweşiya. Hat diyarkirin hinek welatî din bin wê dîwara ku hilweşiyaye de mane û birîndar bûne.(ÎLKHA)