Li Merzîfonê otobûsa rêwiyan qûlibî
Li Merzîfona navçeya Amasyayê otobûsa rêwiyan qûlibî, di encama qezaya ku pêk hat de 40 rêwî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Merzîfona navçeya Amasyayê otobûsa rêwiyan qûlibî, di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatine wergirtin qeza li mewqiya Kayaduzuya Merzîfonê pêk hat. Hat diyarkirin otobusa rêwiyan a bi plaqeya 52 DG 448 a ku ji Stenbolê ber bi Samsûnê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.
Rêwiyên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)