Li Entabê pedal ji bo ‘Qudsê’ hatin zîvirandin
Li Entabê ji teref Serokatiya Şaxên Ciwanan a HUDA PARê ve ji bo bal û dîqqet bên kişandin li ser wê terora ku terorîstên siyonîst li Qudsê tetbîq dikin bi dirûşmeya ‘Ji Bo Qudsê Derkeve Rê’ tûra bisikletê hat tertîpkirin.
Tûra duçerxê ji Çarrahê Îmam Hostaya Entabê dest pê kir. Di dema tûra duçerxê de kesên beşdarvan heta ku gihaştin Qada Şêx Seîd bênavber tekbîr anîn û dirûşmeyên mîna ‘Ji Entabê ji Qudsê re hezar silav’, ‘Misliman raneze li Qudsê xwedî derkeve’ avêtin û ji terorîstên îşxalker re lenet xwendin.
Li rawestgaha dawî girseya duçerxê ji teref welatiyan ve bi pankartan hat pêşîwazîkirin. Li vê derê Serokê Şaxên Ciwanan ê Entabê yê HUDA PARê Huseyîn Kizilçinar metna daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Kizilçinar di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew ji bo bibin dengê Quds û dengê mezlûman li vê derê kom bûne. Kizilçinar her wiha diyar kir çeteyên siyonîst her tim Mislimanan şehîd dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew çeteyê siyonîst a ku tû hiqûqê nas nake Mescîda Eqsayê dorpêç dike û têketina Mislimanan asteng dike. Ew siyonîstên îşxalker ji xwe re perçebûn û belavbûna me wek firsedê dît û di 13ê Tîrmehê de 3 birayên me yên Filistînî şehîd kir. Ev jî ne bes bû, heman çete roja înê kirina nimêja înê re bû asteng. Li wê Mescîda Eqsayê ya ku ji Mîraca Pêxemberê me Hz. Muhammed re şahîdî kiriye piştî 48 salan cara ewil nimêj înê nehat kirin.” Kizilçinar di dawiya axavtina xwe de diyar kir çeteyên siyonîst ji zû ve hedê xwe derbas kirine û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Bêdengiya Mislimanan cesaretê dide siyonîstan. Divê mezinên welatên Misliman dev ji îxtîlafan berdin.”(ÎLKHA)