Stran û kilaman dibêje û cotkariyê dike
Kalê 73 salî digel gotina stran û kilaman îsotên di nav aviya xwe de berhev dike.
Cotkarê 73 salî yê ku li Diyabekirê di nav zeviya xwe de îsot daniye digel gotine stran û kilaman îsotan berhev dike û hewil dide debara xwe bike.
Kalê 73 salî Osman Erenê ku li Kerwanpinara Gundê Sûra Diyarbekirê 20 sal e ku cotkariyê dike ji rexekî ve îsotên di nav aviya xwe de berhev dike û ji rexê din ve jî kevneşopiya edebiyata devkî ya Kurdî bi stran û kilamên ku dibêje didomîne.
Erenê ku bavê 11 zarokan û kalê 25 neviyan e derheqê stranbêjiyê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Eren diyar kir di nav aviyê de gotina stran û kilaman tiştekî xweş e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev stranên ku ez dibêjim aîdî rexê Serhedê ne. Berê ev dengbêj dihatin van deran û stranan digotin û me jî wan guhdar dikir. Bi heman awayî kasetên van dengbêjan jî hebûn. Hêj di televîzyonan de dengbêj derdikevin. Meyla min jî li ser dengbêjiyê heye û jê jî hez dikim. Di van stranan de derd û kûl hene. Derd û kûlên me jî hene. Wek mesele bîçer dikeve erd mehsûl hindik e ev yek dibe derd û kûl.”
“Em staranan dibêjin û karên xwe dikin”
Eren got ku di nav erd de gotina stranan xweştir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew stranên ku li aliyê Serhedê tên gotin cuda ne, ne weke yên li memleketê me ne. Em jî li gor stranan dibêjin. Di dema çinîna îsotan de gotina stranan pir xweş e. Niha hewa germ e, ger hewa ne germ bana ew ê xweştir bana. Gotina stranan ji kirina seba xelkê çêtir û xweştir e. Dema ku tu sebê bikî ew ê fitne derkeve. Fitne jî ne tiştekî baş e. Em stranan dibêjin û karê xwe dikin. Wisa xweştir dibe.
Eren di dawiya axavtina xwe de derheqê bihaya îsotan de gazinan kir û got ku ew di warê hilberîna îsotan de zirarê dikin.(ÎLKHA)