'Ez bi naskirina Hz. Muhammed bûm Misliman'

'Ez bi naskirina Hz. Muhammed bûm Misliman'

Najla Tammy Kepler, destnîşan kir ku tiştê bû wesîleya hîdayeta wê kîtaba 40 hedîsê bû û got: “Hîkmetê ku ev 3 sale ez lê digerîyam di 40 Hedîsê de veşartîbû. Di vê pirtûkê de min însanê herî xweşik Hz. Muhammed nas kir û ez bûm Misliman".

Najla Tammy Kepler, qala jiyana xwe ya ji Teksasê destpêkirîye û bê çawa bûye Misliman, behsa çîroka xwe kir û bi xwendekarên ciwan re sohbet kir.

Kepler, destnîşan kir ku ew ji hêla malbata xwe ve zaf dihat hezkirin û ji bo malbata wî jî bibin bawermend ew zaf xebitîye.

Kepler di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku dema ew biçûk bû dê û bavê wê ji hev qetîyane û got: “Di warê bawerîya axretê de ji Xiristîyanê hin agahiyên min hebûn, lê belê ew jî kêm bû. Tewrat, Zebûr û Încîl tev hatine guherandin. Ji vê yekê tê fêmkirin ku di bawerîya me ya axretê de pirsgirêk hebû.”

Keplerê destnîşan kir ku li Tirkîye bawerîyên batil zaf henin û wiha got: “Dema însan dixwazin xwe ji tiştekî mihafeze bikin gotina ‘Xwedê mihafeze bike’ wek bes nabînin û ji bilî vî li textan dixe û çavşînkan dikirin. We qet ev pirsîye? We got çima van bawerîyên batil henin! Ma hûn dibê qey ew tiştanayê we mihafeze bike!”

Keplerê îfade kir ku dema ew Xiristîyan bû jî wê rojên wîladetê pîroz nedikir û wiha got: “Lewra mûma dixin nava pasta û daxwaz digirtin. Lê belê tiştê hewce ew bû ku em daxwazên xwe ji Xweda bixwazin.”

“Dema meriv rêya rast nizanibin wek meriv têkeve ber bahozê ye”

Keplerê, diyar kir ku dema meriv rêya rast nizanibin wek meriv têkeve ber bahozê û got: “Dema ez di wî halîde bûm min li xwe jî û li yên din jî zilm kir. Lewra Îslamîyeta ez mahfize bikira tinebû, li ba min fikra merhametê tinebû û nimêja ku min ji nebaşî û qirajê biparasta jî tinebû.”

“Li Amerîka însanîyet zaf qerêj bû”

Keplerê di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku Amerîka ne dewleteke ewqas mezine ku wek însan di çavê xwe de mezin dike, lewra li wir jî birçîbûn û bêkesî heye û got: “Şevekê serxweşa dîwarê mala min xira kir. Demeke din jî li diya min kêr kişandin. Li wir narkotîk û fûhûş zêde zêde ye. Însan ji zarokên bi çûk dibpirsin dibêjin ‘Hezkirîya te heye’? hê di wan emran de wan hînê bêexlaqîyên wisa dikin. Însanîyetê xwe zaf qirêj kir. Bi vî awayî malbat hilweşîya û rêjeyên berdanê zaf zêde bûn. Dema malbat tinebe zarokê çibibe? Dê bighêje çeteyan û xwe întîhar bikin. Li Amerîka pirsgirêka herî mezin xwekujîye. Dema malbat tinebe cîrantî jî nabe û dema cîrantî tinebe dizî çêdibe. Dema em li hev nepirsin, bi hevre eleqedar nekin karê dizan jî rehet dibe.”

“Faîz koletîye”

Keperê, îfade kir ku ew û diya xwe di heman rojê de ji zanîngehê mezûn bûye û got: “Diyamin piştî zanîngehê lîsansa bilind jî xwend, lê belê ew kete dafekê. Ji bo perwerdehîya xwe bike bi faîzê pere girt. Niha emrê wê nêzîkî 70 salîye, lê belê ew mecbûre bixebete, lewra hê nêzîkî 60 hezar lîre deynê wê heye. Lewra faîz koletîye.”

Keperê, destnîşan kir ku bûyîna Amerîkayî an bûyîna modern ne mihîme ya mihîm ewe ku meriv hişê xwe bikarbîne û ji Xweda re bibe evd ew mihîme û axaftina xiha dewam kir: “Pir ji min re gotin divê tu dinyayê biguhere. Dema ez bibe diktor û jiyana însan axilas bike wê çaxê dinya tê guherandin? An meriv bibe parêzer û mafên însanan biparêze, dema qanûn û nîzam xirab be dinya tê guherandin? Min hêvî kir ez bersiva van pirsana bibînin, lê belê kilîsa diya min tiştek digot ya bavê min tiştekî din digot. Ez gelekî fikirîm. Gelek pirs ket heşê min û min tev nivîsand. Dema ez 16de salî bûm ez çûm kilisê û min ew ji rahîbeyê pirsî. Li gor xwe hin bersiv da min, ka ew ji hişê xwe digot an ew gotinên kilîsê bûn ez nizanim. Lewra kitêb venekir û tu delîl şanî min neda. Ez îkna nebûm û ez careke din neçûm kilîsê. Lê belê di qelbê min de valatî hebû. Min xewnên nexweş didît. Ji bo ez wan tiştan ji bîr bikim min wêne çêkir, ez bi sporê eleqedar bûm lê belê ez xilas nebûm û min hizûr nedît.”

“Hîkmetê kû 3 sala ez lê digerîyam di 40 Hedîsê de veşartîbû”

Keplerê, wiha behsa pêvajoya xwe ya Misilmanîyê kir û got: “Min 3ê sala ji Xweda re dia kir û min got, “Ya Rabbî” tu hîkmetê bide min. Xweda alîkarîya min kir û xwendekarîkî ji Tirkîyê hat ji min re behsa Xweda kir. Wî kesî nimêj û rojî nedikir, lê belê wî Xweda nas dikir. Rojekê çavşînkek dîyarî min kir. Herî zêde min ew 3 roja li ba xwe girt û dûre min ew şikand, lewra ew perçê camê min nediparast. Dûre kitêba 40 hedîs dîyarî min kir. Tu nebêjî tiştê ez lê digerîyam ev bû. Ev pirtûka berya ez werim dinê ji teref xwendekarên misliman hatibû danîn pirtûkxaneya zanîngehê. Ji rêzê ba ew pirtuka nîv saetê dihat xwendin, lê belê min ew 2 şevan xwend, min nikarîbû ew bixwenda û derbas biba. Divê min bixwenda, fêm bikira û têxista qelbê xwe. Tu nebêjî hîkmetê ku 3 sala ez lê digerîyam di 40 hedîsan de veşartî bû. Bi xêra vê pirtûkê ez bi naskirina însanê herî xweşik Hz. Muhammed (sallallahualeyhîvesellem) bûm Misliman".

Najla Tammy Kepler kîye?

Kepler, di sala 1971ê de li Teksasa eyaletê Amerîka wek zarokê malbateke Xiristîyan hate dinyayê. Malbata Keplerê ne girêdayê bû bi tu mezhebên Xiristîyanî bûn lê belê ji teref malbata xwe de wek keseke girêdayî kilîsê û oldar hate mezinkirin. Piştî zaroktî xwa Keplerê hertim vekolîn kir û li dengê hindurê xwe guhdarî kir û di 19 salîya xwe de bi îradeya xwe bû Misliman û zewicî. Dema zanîngeh dixwend qîzeke wê çêbû. Di sala 1994an de ji zanîngehê mezûn bû û mala xwe bir Dallasê, li wir jî lawekî wê çêbû.

Nivîskarê di sala 1998an de dest bi hînbûna zimanê Tirkî kir û di sala 2005an de jî mala xwe anî Tirkîye û perwerdehîya zimanê Erebîjî dewam dike. (ÎLKHA)