Gelek Aktîvîst Li Ber Êrîşên Teyarên Emrîka Dimeşin
Xeberan diyar kir ku di nav wan de gelek Emrîkî jî hene, hejmareke mezin a aktîvîstên aşîtîxwaz, ji bo ku êrîşên teyarên Emrîka yên bê însan protesto bikin, hewla meşê dikin.
Hat îfade kirin ku wê meşa wan ji paytext Îslamabadê dest pê bike û heta herêma qebileyan başûrê Wezîrîstanê dewam bike. Wekî tê zanîn teyarên bê însan yên Emrîka li eyaleta Wezîrîstanê gelek êrîşan rast dikin û pirrê qurbanan jî sivîl in.
Aktîvîstên ji bo aşîtiyê diyar kirin ku êrîşên teyarên Emrîka, eşkere îhlalkirina qanûna navnetewî û heqên însana ye. Tê îfade kirin ku bi deh hezaran Pakîstanî di van êrîşan de hatine kuştin.
‘Eşîrên Pakîstanî yên li vê herêmê dibin hedefên Emrîka. Waşîngton îddîa dike ku amanca wan mîlîtan in, feqet bi pirranî jin û zarok sivîlan dikuje. Wekî tê zanîn digel gazî û xwestina îdara Pakîstanê ku Emrîka êrîşên xwe yên bi teyarên bê însan bisekinîne jî, Emrîka guhnade daxwazên Îslamabadê. Van êrîşên Emrîka ji dewra Corc Bûş heta vê dema Obama tu car qut nebûne. Gelek îdarevan û milletê Pakîstanê îfade dikin ku van êrîşên Emrîka, mudaxela serweriya dewleta Pakîstanê ye. (bangaheq)