Li Bajarên Kurdan Nufus Zêde Bûye
Li Tirkiyê li gorî bajaran rêjeya jidayikbûnê herî zêde li bajarên herêma Rojhilat û Başûr Rojhilatê Anatolyayê zêde bûye. Li herêmên wek Marmara, Ege û Behra Reş, rêjeya jidayikbûnê kêm bûye.
Li Tirkiyê nexşeya li gorî herêmên welêt a rêjeya jidayikbûnê hate derxistin. Xexşe gellekî encamên balkêş derdixîne holê. Li gorî vê, li herêmên wek Rojhilat û Başûr Rojhilatên Anatolyayê, yanê li bajarên Kurdan ku pirranî Kurd li ew bajarana dijîn, rêjeya jidayikbûnê li gorî herêmên din herî zêde bilind bûye. Berevajî herêmên Rojhilat û Başûr Rojhilat, li herêmên din yên Tirkiyê, rêjeya jidayikbûnê her çûye kêm bûye. Li herêma Anatolyaya Navîn, rêjeya jidayikbûnê wek berê maye, nehatiye guhertin.
Li herêmên wek Behra Spî û Behra Reş, di nav de ku Enqere û Konya jî heye, li bajarên ev herêmana nufus her diçe kêm dibe. Rêjeya jidayikbûnê a ku herî zêde kem dibe jî, herêmên Ege û Marmarayê ne. (Rojevakurd)