Barzanî ji bo Şengalê PKK hişyar kir
erokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PKKya rêxistina terorê heke ji şengala navçeya Mûsilê dernekeve û mayîna xwe ya li wê derê bidomîne ewê rêbazên eskerî bikin rewacê.
Barzanî di hevpeyvîna ku bi "Al-Monîtor"ê ra kir da ragihand ku hebûna PKKê ya li Şengelê sedema bêîstiqrariya herêmê ye û got ku ji ber ku PKK li herêmê ye şêniyên wê derê nikarin vegerin ser mal û milkên xwe û wiha pê da çû: "Gel ditirse ku wê şer û pevçûneke nû biqewime û ji ber wê jî bi şik in û venagerin. Em tirs û qisaweta wan baş fehm dikin lê wisa bawer dikin ku PKK divê teqez ji Şengalê derbikeve û wê derê terk bike."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî destnîşan kir ku ji bo vê mijarê xeber dane Washington û Bexdayê û wiha dewam kir: "Di hevdîtinên ku heta niha hatin kirin da tu encameke berbiçav derneket. Ji bo vekişîna PKKê tu gav nehat avêtin. Pirsgirêka sereke mêjî û tevgera PKKê ye. Gelê êzîdî yê li wir naxwaze PKK li wir bimîne. Gel îstiqrarê dixwaze."
Barzanî got ku hevdîtinên bi Bexdayê ra tên kirin didome û wiha got: "Di mijarê (vekişîna PKKê ya ji Şengalê) da tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Ew her çiqas bibêjin ku mehaniya Yekîneyên parastina Şengalê (koma çekdar a li Şengalê ku di bin kontrola PKKê da ye) ez bi xwe nikarim vê yekê piştrast bikim. Wek hikûmeta Kurdistanê di destê me da jî hin tişt hene lê em naxwazin ku mesele bê vê astê."
Ji Barzanî hat pirsîn, "Hûn dixwazin bibêjin PKK heke mayîna xwe ya li Şengalê bidomîne em ê serî li rêbazên eskerî bidin?" û wî jî got: "erê" ev jî bû bersiva Barzanî. (AA)