'Divê nesleke ku aşiqê şehadetê be bê perwerdekirin'
Ji teref Cemîyeta Mustezafan ve li Qonyayê bernameya Şeva Şeîhdan hat tertîpkirin, Omer Çelîkê Serokê Platforma Kerwana Şehîdan di bernamê de diyar kir bo rizgarîya ummetê bes çareyek heye ku ew jî perwerdekirina nesleke ku aşiqê şehadetê be ye.
Li Qonyayê bernameyeke bi navê Şeva Şehîdan hat tertîpkirin. Di bernameya ku ji teref Şaxa Qonyayê ya Cemîyeta Mustezafan ve hat tertîpkirin de qala girîngî û ehemîyeta şehadet û şehîdbûnê hat kirin. Di bernamê de nivîskarê rojnameya Dogruhaberê Zulfî Tan û Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk axavtinek kirin.
Nivîskarê rojnameya Dogruhaberê Zulfî Tan di axavtina xwe ya ku li ser şehadet û şehîdan kir de destnîşan kir şehîd di rêya Xwedê bo dozeke ku heq e canê xwe feda kirin û fedakirina wan bo î’layî Kelîmetullah bû.
“Şehadet daxwaz û xwesteka temamê pêxemberan bû”
Piştî axavtina xwe Zulfî Tan Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk axavtinek kir. Çelîk di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir şehadet daxwaza temamê pêxemberan bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Temamê pêxemberan digel ku li dinyayê xwedîyê mertebeya herî bilind bûn jî di rêya Xwedê şer kirin û şehîdîyê teleb kirin. Gelek pêxember hene ku digel kesên derdora xwe di vê oxirê de hewil dan û qet bi paşve gav navêtin. Ji Hz. Adem heta Hz. Muhammed şehadet arzûyê temamê pêxemberan bû.”
“Ger em aşiqê şehadetê bin ew ê miheqqeq me bibîne”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir şehadet meseleya eşqê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda di wan kesên ku heq dikin û aşiq in. Ger em aşiqê şehadetê bin ew ê miheqqeq me bibîne. Hinek ji me li Keşmîrê, hinek ji me li Baxdayê û hinek ji me jî Çinarê dibîne.”
“Divê nesleke ku aşiqê şehadetê be bê perwerdekirin”
Çelîk di dawîya axavtina xwe de ji wan kesên ku di dewra seadetê de şehîd bûne mînakan da û dû re wisa bang li dêyan kir: “Kesên ku sehabîyan û şehîdan perwerde dikin hûn in. Ger hûn zarokên xwe bi vê eşqê mezin bikin, wê demê ew ê doza Îslamê bilind bibe, ew ê ala Îslamê qet nekeve erdê. Lê belê ger em şehadetê wek windakirinê, qeybê binirxînin, bi eşqa şehadetê zarokan mezin nekin wê demê dê ne izzet ne namûs, ne ax û ne jî watan bimîne. Ger em naxwazin mahkûmî van tiştan bibin divê em nesleke ku aşiqê şehadetê be perwerde bikin.”(ÎLKHA)