'Dewlet nikare wan sûcên ku li hember şexsan hatine kirin efû bike'

'Dewlet nikare wan sûcên ku li hember şexsan hatine kirin efû bike'

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya ku li Stenbolê kir de destnîşan kir dewlet encax dikare wan sûcên ku li hemberî wî hatine kirin efû bike.

Erdogan li Stenbolê beşdarî merasîma vekirina etaba duyemîn a Xeta Metroyê ya Üsküdar-Çekmeköy-Sancaktepe Metroyê bû û derbarê meseleya efûyê de nirxandinek kir û wiha got: “Dewlet encax dikare wan sûcên ku li hemberî wî hatine kirin efû bike.Dewlet nikare wan sûcên ku li hember şexsan hatine kirin efû bike. Bila ev yek wisa bê zanîn. Van pêlan hinek kes dibêjin ku em efûyê derînin. Ger em sûcên ku li hember şexsan hatine kirin efû bikin, wê demê em nikain bibin îqtîdareke ku bi edaletê hukum dike.”(ÎLKHA)