Derbekar Dikarin Herin Şîna Diya Xwe, Lê Dîndar Nikarin
Cenderme qurmay yarbay Huseyîn Topûz, ji doza Balyozê 16 sal ceza lê hatiye birîn. Diya yarbay wefat kir.
Cenderme qurmay yarbay Huseyîn Topûz, ji doza Balyozê 16 sal ceza lê hatiye birîn. Diya yarbay wefat kir. Hikûmet û wezareta edaletê, rojekê îzin dan yarbay ku here şîna diya xwe. Yarbay Huseyîn Topûz, di nezareta cendermê de çû şîna diya xwe.
Lê mixabin li Tirkiyê heq û hiqûq, ne li gor edaletê ye, li gor şexsa ye û li gor kêfa ye. Mehkûm û girtiyên dîndar nikarin ji vê heqê îstîfade bikin.
Berî niha telebên xaltîkên Rana Baran, Arab Aykan, Şerîfe Adem û Xalîse Bayancûk ne hatibû qebûlkirin. Di dawiya umrê xwe de kurên xwe nedîtin û rehmet kirin çûbûn ber rehma Xweda. Hikûmet û wezareta edaletê bi vê neheqiya jî qîma xwe neanîn. Îzin nedan kurên wan jî ku, herin teziya diya xwe. Tenê Sedat Şeranê ku, nêzî 20 salaye di hepsan de ye, ji bo nîv saetê çû teziya diya xwe. (Bangaheq)