9 Hezar Karkarên Tirkiyeyê
Li bajarê Mûsûl, Kerkûk, Selahadîn, Enbar û Diyalayê di navbera hêzên artêş û DÎŞI de şer dewam dike.
Hat ragihandin ku li Iraqê ji ber şer di 10 rojên dawîn de, zêdetirî 9 hezar karkerên Tirkiyê vegeriyan welêt.
Fîrmayên Tirkiyê û xebatkarên fîrmayê, ji ber ku di serî de li Bexda û herêmên başûrê welêt, her ku diçe êrîşên terorî zêde dibin, ji Iraqê vedigerin.
Li gor agahiyan, ji bilî herêma Kurdistanê ewlehî nîne. Di 10 rojên dawîn de zêdetirî 9 hezar xebatkarên ku di 300 fîrmayên tirkan ên li 15 bajarên girêdayî hikûmeta navendî ya Bexdayê dixebitin de, vegeriyan Tirkiyeyê.
BANGAHEQ