'Êdî Pkkê Dike JÎTEMa Salên 90î'
Partiya Doza Azad Huda Parê, li ser hedîseyên di rojevê de beyanat da. Di beyanatê de hat îfadekirin ku di pêvajoya çareseriyê de, dewlet xelkê terkî însafa Pkkê dike, dewlet bi vê tewra xwe xelkê mecbûr dike ku li ber êrîşên orgut û rêxistina Pkkê parastina xwe bike, bi zanebûn û xwestin zemîn tê hazirkirin ku di navbera kurdan de pevçûn biqewime.
Bi pêvajoya çareseriyê dewlet li Kurdistanê ji aliyê parastina can û malê xelkê ve weka tune be, nexasim li hêla çol û çiyayî, Pkkê sehayên ku dewletê vala kirine bi armanca hakimiyeta xwe ya orgutî êrîşên wek şewat, agirpêxistî, bombekirin û revandinê bi zêdeyî rast dike, li deverên ku xwe xurt dibîne, xelkê diqutifîne û êrîşî muxalîfên xwe dike.
Di beyanatê de evan îfade cî girtin:
“Di vê çarçoveyê de li Gimgima Mûşê, ji ber netehemmuliya muqeddesatên Îslamî yên xelkê, li Miftîtî û qursên Quranê êrîş hatin kirin. Revandina karkerên şantîyeyan, tehdît û pêkanîna zordestîyê heta revandina rojnameger, fê’lên ku bi temamî yên çetevaniyê ne her roj yek an jî çend heb ji aliyê Pkkê ve tên rastkirin. Pêvajoya çareseriyê ya ku li ser nehatina cenazeyên esker û polîs tê meşandin, êdî Pkkê dike JÎTEMa salên 90î. Ev tewr jî xelkê mecbûr dike ku li ber êrîşên orgutê parastina xwe bike.”
Hat zanîn ku armanca ‘esil a hikûmet û dewletê ne çareserkirina pirsgirêka kurd e, bêçekkirina Pkkê ye û dewlet û hikûmet razî bûne ku temamê xelk terkî însafa Pkkê bibe. Dewlet bi awayî xelkê mecbûrî parastina xwe dike û bi zanebûn û xwestin zemînê hazir dike ku di navbera kurdan de pevçûn biqewime.
“Bi temamî dewlet bûye sedema pirsgirêka kurd. Ewilî qedandina dijminantiya di navbêna kurdan de hewce ye da ku di navbera xelkên tirk û kurd de biratî ava bibe, Pkkya dibe sebebê candayînan bê islahkirin. Ji lew hewce ye ku êrîş û fê’lên ku dijiminantiya di navbera kurdan de dibin sedema dijminantiyê, fealiyetên çetevaniya ku qesta can û malê xelkê dikin bên şermezarkirin, mehkûmkirin û bergirîkirin, ev jî beriya her kesî ewilî mesûliyeta sazî û şexsiyetên Kurdistanî ne.”
Li ser hikûmeta nû û serokcimhûriyê jî wiha hat gotin:
“Em hêvî dikin û dixwazin ku ewan meqamên serokcimhûrî û serokwezîriyê ku bi slogana Tirkiyeya nû bi merasîmên mubalağa û nehewce dewr hatin girtin, divê ne ji bo berdewamkirina sîstema faşîst a kevn û kor bin, divê ji bo ku herkesên mexdûr ên Tirkiyeya kevn ku îktîdara wan a 12 salî jî tê de ye, bigihêjin heqên xwe, di deweletê de bi wesîleya bawerî û muqeddesatên xwerû yên xelkê bibin hakim hereket bê kirin.”
Li ser operasyonên 17 û 25ê Kanûna Pêşîn û operasyonên guhdarîkirinên ğeyrî qanûnî û rêxistina paralelê jî wiha hat gotin:
“Operasyon yekser ji bo berterefkirina tehdîtên li dijî hikûmetê, pêkanîna ewlehiya seha îktîdarê hatine kirin. Berê jî di operasyonên Ergenekonê de û di hedîseyên pey wan de, di pêvajoya mehkmekirinan de hatibû dîtin ku tenê hesabê sûcên li dijî hikûmetê hatiye dîtin, zulm û curmên li rojhilat û rojavayê Feratê nayên behskirin û ser wan hatiye veşartin. Eger sînordarkirinên weha bidomin, ew ê di pêvajoya li pêş de operasyonên rêxistina paralelê jî marûzî aqîbeta dozên Ergenekonê bibin. Heta ku menfîetên şexsî û grûbê xwe bavêjin pey îdeolojiya dewletê ya hatiye muqeddeskirin, heqê hemû hêlên ku marûzî her cûreyên zulmê bûne neyê stendin, hesabê zulmê neyê pirsîn, ew ê di burokrasiyê de rêxistinên wesayetkar dewr dewr şeklen biguherin lê wê hebûna xwe bidomînin.”
Li ser birînên ceyranê ku piştî Xizmetên Belavkirina Elektrîkê hatin xisûsîkirin pirê wan li herêma Kurdistanê zêde û pir caran diqewimin jî weha hat gotin:
“Bi îddîaya ku rêjeya ceyrana qaçax zêde ye, li temamê cîwarekê di hinek saetan de elektrîk bên birîn û cezakirineke komî bê kirin, xwe naspêre tu delîleke însanî û hiqûqî. Eger qaçaxî hebe divê bê tesbîtkirin û di heqê kesên sûcdar de me’mela hiqûqî bê kirin. Di roja me de hema bêje li temamê heyata kar û sosyalê de elektrîk hewce ye. Birîna ceyranê ne rewşeke maqûl û ya bê qebûlkirinê ye. Yekser teslîmî înîsiyatîfa şîrketeke xisûsî tê kirin, şîrket jî weka sîlehê xizmeta belavkirinê bi kar tîne û carna nade. Ev jî dibin sedema protestoyên berfireh û hedîseyên civakî. Nexasim di dema çinînê, avdanê ya cotkaran de pêk tên, ji ber neavdanê zad hişk dibin. Berî niha li Rihayê niha jî li Mêrdînê cotkar bertekan nîşan didin û gazî dikin ku birîna ceyranê bi dawî bibin. Digel ewqas îktîdar û parlementeran, cotkar bêxwedî dimînin û tên mexdûrkirin. Divê meğdûriyeta wan bê rakirin, weka desteka mazot û gubreyê, desteka bikaranîna ceyranê jî bê dayîn.”
Li ser mijara ku wê Bankaya Zîraetê Bankaya Beşdariyê ava bike jî wiha hat gotin:
“Li ber sîstema bankavantiya bi faizê, ji aliyê bi pêş xistinê ve em bankavantiya beşdarîyê gaveke erênî dibînin û destekê didinê. Sîstema kapîtalîst ked û xwêdanê dişêlîne, sermayeya helal dihelîne, heyata civatê dike zehîr û mixabin bi qanûnan tê parastin. Divê bankavantiya ku li ser faîza wek cûreke tefevantiyê ye bê terkkirin û li berê bankavantiya beşdariyê bê teşwîkkirin û destekirin.”
BANGAHEQ