Lı Çêwlîgê Wahşeta PKKê
Derket holê ku Fethî Yalçın û Cengîz Tîryakîyê endamên Huda parê, jı ber ku ray nedane bdpê, jı teref pkkê ve hatıne tehdîdkırın û bertîl jı wan hatîye xwestın.
Detayên wahşetên çeteyên pkk/hdpê ên li Kanîreşê ku bi bihana kobanê derketin kuçeyan û nexasım êrîş li kesên dîndar û mutedeyyîn rastkirin, derketin holê. Di êrîşên çeteyên pkk/hdpê ên ku bûn sedemana candayîna 42 kesan de, çeteyên dest bi xwîn bi bihana kobanê herder şêlandin û bertîl jî stendin.
Derket holê ku endamên huda parê Cengîz tîryakî û Fethî yalçınê ku ji teref pkkê ve hatin şehîdkirin ji ber ku ray dane huda parê û bertîl nedane pkkê bi wahşîyane hatine qetilkirin. Li paş her dû şehîdên ku ji teref pkkya qatil ve hatin qetilkirin jinên çavbihestir û 6 sewî mane. Xanima Şehîd yalçin xwest ku qatil bên dîtin.
"XWESTINA MIN JI XWEDÊ WEKA KU DILÊMIN ŞEWITANDIN Ê WAN JÎ BIŞEWITE. ZILAMÊ MIN DI HELÊ XWEDE BÛ Û JIBO RIZQÊ ZAROKÊN XWE DIXEBITÎ. JÊ PÊ VE BI TIŞTEKÎRE NE ‘ELEQEDAR BÛ. EZ DIXWAZIN QATILÊN ZILAMÊ MIN BÊN DÎTIN”.
Qîza yalçin Sevîm yalçin jî got ku; pisgirêka bavêmin bi tu kesîre tune bû. Diçû kare xwe û dihat. Ji ber ku ez nêzî mehekê li dibistanê bûm ez ne li mal bûm. Paşê mamê min got ku dîya te nexweşe emê herinmalê. Gava ku ez hatim malê ez hîn bûm ku bavê min şehîd bûye. Aydin yalçinê Muxtarê mehella kaleyê, pismamê şehît fethî yalçin jî got ku; zirara şehîd li kesî nedihat. Mirovekî feqîr û bê zirar belasebep qetilkirin. Seokbajarê Huda parê ê Cevlîgê Hamdûllah tasali jî got ku; evan qetlîamên ku pkkê rast kirin, navênda huzûr û aştîya ku 2 sal ku didomîya tar û mar kirin.
"BISALA NE KU PKK ME TEHDÎT DIKE. GELEK CARA MIN JÎ TEHDÎT KIRIN. BI WESÎTEYA MERVÊN ME TEHDÎTA JI MERE DIŞÎNIN. JIMIN RE GOTIN KU ZAROKÊN TE HENE HEYFA TE DEV JI HUDA PARÊ BERDE. AN HA JÎ ÎCAR EŞERE LI BI TELEFONÊ DIGERIN Û DIBÊJIN KU “EMÊ YEK BI YEK WE BIKUJIN” PIŞTÎ KU BRAYÊME ÊN KANÎ REŞÊ ŞEHÎD KIRIN, BI TELEFONÊ LI MIN GERÎYAN Û VAN TEHDÎDAN GOTIN. ME WN GILÎYÊ EMNÎYET Û SEWCÎTÎYÊ KIR LÊ BELÊ ME HÊ HEWLDANÊ WAN NEDİT. QATILÊN ENDAMÊ ME YÊ GUNDÊ SERPMEYÊ ÊN CENGÎZ TÎRYAKÎ HÊ Lİ WİRİN KA SEWCÎTÎYÊ CI KIR? HÊ LÊPIRSÎN NEDAYE DESTPÊKIRIN. (Bangaheq)