'Hêj jî Fîrewn zilmê dikin û Mûsa jî zilmê dibînin'
HUDA PARê bi daxuyanîyeke nivîskî ji qerarên darvekirinê yên ku di derbarê Serokomar Mursî û hevalên wî de yên ku bi emrê derbekar Sîsî ve hatibû dayîn re bertekeke tund nîşan da û destnîşan kir ku divê hukumeta Tirkiyeyê demildest temamê tekilîyên xwe bi Misirê re qut bike.
Navenda giştî ya HUDA PARê (Partîya Doza Azad), bi daxuyanîyeke nivîskî, qerarên ku li Misirê di derbarê tevî Serokomar Mursî, Serokê Yekîtîya Alimên Misilman a Cîhanê Yûsif Karadavî û 106 kesan de hatibû dayîn bi bertekeke tund şermezar kir.
“Hêj jî Fîrewn zilmê dikin û Musa jî zilmê dîbinin”
Di daxuyanîya ku ji navenda giştî ya HUDA PARê hatibû belav kirin wiha hat gotin: “ Her çiqas sedsal derbas bibin jî mucadeleya heq û batil didome. Her çi qas cî, kes û dem were guhartin jî di sinca,tebîeta zalim û mezlum de guhartin nabe. Em ji vî tiştî re niha li Misirê şahid dibin.Hêj jî Fîrewn zilmê dikin û Mûsa jî zilmê dibînin. Îro şûna Fîrewnan, Sîsî û altax şûna Hz. Mûsa jî Mûrsî û xelkê Misirê yên mezlûm girtîye.”
Partîya Doza Azad di dawîya daxuyanîya xwe ya nivîskî de wiha ragihand: “Ji bo ku darvekrina Serokomar Mûrsî, Serokê Yekîtîya Alimên Misilman a Cîhanê Yûsif Karadavî û 106 kesan were asteng kirin em bangewazîyê li sazîyên civakî, partî, hikumet û rayedarên dewletê dikin. Her çi ji deste we tê bikin û em bi hevdu re piştgirîye bidin Mûhammed Mûrsî û wan kesên din.” (ÎLKHA)