Karkerên şarederîyê çalakîya rûniştinê li dar xistin
Karkerên Şaredarîya Artukluyê ya ku di destê HDPê de ye ji ber ku karkeran ji îş avêtîye çalakîya rûniştinê li dar xistin.
Karkerên ku ji îş hatine derxistin li ber avahîya Şaredarîya Mezin a Mêrdînê li hev civîyan û çalakîya rûniştinê li dar xistin û destnîşan kirin ku heke ev mexdûrîtîya wan ji holê neyê rakin ew ê digel malbatên xwe têkevin gireva birçîbûnê.
“Em ê digel zarokên xwe têkevin greva birçîbûnê”
Ji karkerên ku ji îş hatine derxistin Îbrahîm Usanmaz di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Va ye bû 18 sal ku ez di şaredarîyê de bi muqawele dişuxilîm. Lê belê di holê de tu pirsgirêk tune bû û min ji îş derxistin.Bila were zanîn heta ku em nevegerin serê karên xwe ji vê derê dê neçin.Divê ev bêedaletî were bidawî kirin.Hinek hevalên me xwedîyê 10 hinek jî xwedîyê 12 zarokan e. Hinek ji me ji bankayê kredî kişandine. Ew ê çawa ev deyn werin dayîn. Ji ber vê yekê heta ku heqê me ya şuxilînê nedin me, em ê li vê derê bin. Heta, heke pêwîst be em ê digel zarokên xwe têkevin greva birçîbûnê.”
Ji karkerên ku ji îş hatine avêtin Cîhan Akîs jî wiha destnîşan kir: “Sendîkayên Mêrdînê li me xwedî derneketin. Va ye bû 2 roj ku em li vir in , lê belê tu sendîka nehat cem me.Ji ber vê yekê sendîkayên Mêrdînê di sinif de mane.”
Her wiha hat ragihandin ku karkeran xwestin ku di derbarê mijarê de bi rayedarên şaredarîyê re hevdîtinekê bikin; lê belê ev daxwaz ji teref şaredarîyê ve hatiye redkirin û şaredarî di vê meselê de hê jî tu daxuyanî nedaye.(ÎLKHA)