Li Kurdistana Başur çi diqewime?-3
Hat ragihandin di bûyerên ku pêk hatine de di serî de avahîyên televîzyona Rûdawê û her wiha çend avhîyên din ên çapemenîyê jî rastî êrîşan hatine.Her wiha hat ragihandin ofîsên Dûhok û Hewlêrê yên televîzyonên NRT û KNNê yên ku nêzî GORANê ne ji ber ku weşanên provakatîf kirine hatine girtin.Di derbarê mijarê de ji teref NRTê ve daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyanîyê de hat ragihand
Her wiha hat diyarkirin ku li bajaroka Şarezura Helepçê êrîş li avahîyên KDP, YEKGIRTO û KOMELê hatine kirin.
Berpirsîyarê Teşkîlata Bajêra Helepçê ya PDKê Fazil Beşaret di derbarê êrîşan de ji Rûdawê re axivî û wiha destnîşan kir: “PDK ew ê planên wan kesên ku dixwazin xwîn biherike xera bike. Partîya me ji ber ku qerara valakirinê dabû me avahîyên partîyên xwe vala kir û sparte hêzên ewlehîyê.”
Her wiha berdevkê PDKê yê Silaymanîyê Faris Nevrolî jî di derbarê bûyeran de destnîşan kir wan hinek avahîyên xwe yên partîyê vala kirine û ji hêzên ewlehîyê re teslîm kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Belê rast e ku me hinek avahîyên xwe vala kirîye. Lê belê ev valakirin nê ji ber ku em li wan derdoran lewaz in ji ber ku me nexwest xwîn birîje me avahîyên xwe vala kir.”
Nevrolî axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha da domandin: “Hinek derdor hewl didin da ku kaosê derxînin. Hinek partî krîza maaşan dixin hincet û berê pêşandaran didin avahîyên PDKê. Bi vî awayî dixwazin ku kaos û alozîyê derînin.”
Berpirsîyarê PDKê ya Helepçê Bahtîyar Sidiq jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku Buroya wan a Siyasî qerara valakirinê daye, wan jî li Helepçê 10 avahîyên xwe yên partîyê vala kirine û ragihand ji vê pêve ji êrîşên ku wê bên kirin hêzên ewlehîyê berpirsîyar in.
Navenda Partîya GORANÊ jî di derbarê bûyerên ku li Sileymanîyê û li derdorê wê derketinê de daxuyanîyeke nivîskî da weşandin û destnîşan kir ku êdî PDK wesfa berpirsîyarîyê ji dest daye.
GORAN di daxuyanîyê de destnîşan kir ku êdî taqat û sebra xelkê nemaye û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “PDK ji dêla ku ji pirsgirêkan re çareyekî bibînê, daxuyanîyên bêpirsîyar dide û kampanyaya reşkirinê birêve dibe.”
PDK di daxuyanîya ku berî vê çend rojan di derheqê mijarê de belav kiribû de wiha destnîşan kiribû: “Her weke ku tête zanîn endamên me hema hema giştên wan li cebhê li dijî DAÎŞê çûnê şer. Lê belê li Sileymanîyê û Germîyanê ev bû çend roj ku di bin sîwanê protestoyan de êrîş li partîyên me tên kirin.Eşkere ye ku ev tişt di çarçoveya planekî de tên kirin.”
Piştî daxuyanîyên terefan Şewirmendê Ajansa Ewlehîyê ya Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di derbarê bûyerên ku li Kurdistana Başûr rû dane de daxuyanîyek da û destnîşan kir ku ji wan êrîşên ku li PDKê tên kirin GORAN berpirsîyar e.
Mesrûr Barzanî ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî di nivîsa ku parve kir de bûyerên tundîyê şermezar kir û ji malbatên kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane re peyama sersaxîyê xwest. .”(ÎLKHA)
Berdewama wê tê…