Şengal ket bin kontrola Pêşmerge
Hêzên Pêşmergê ket navçeya Şengala Musulê û tevahiya navçeyê xist bin kontrola xwe.
Pêşmerge dûh li Şengalê ji bo ku Şengalê ji destê DAIŞê rizgar bike dest bi operasyonê kiribû. Hat ragihandin ku Pêşmerge îro navçeya Şengalê bi tevahî ji DAIŞê paqij kir û xist bin kontrola xwe.
Fermandarên Peşmerge diyar kirin ku temamê Şengalê ji DAIŞê rizgar kirin.
Dûh ji teref Fermandariya Giştî ya Pêşmerge ve daxuyanî hatibû dayîn. Di daxuyaniyê da hatibû diyar kirin ku di roja ewil de herî kêm 100 mensûbên DAIŞê hatibû kuştin û nîvê navçeyê zêde bidest xistibun.
Navçeya Şengala Musulê ji 3 Tebaxa 2014an ji vir ve di bin destê DAIŞê da bû. (ÎLKHA)