Li Wîesbadenê wehdetê mislimana
Li Wîesbadena Almanyayê rêvebirên Mizgefta Wehdetê bernameyek li dar xistin. Di bernamê de endamên cemaetên cûr bi cûr û rêvebirên mizgeftan di nîmêja sibe de hatin ba hev.
Rêvebirên Mizgefta Wahdetê, li Wîesbadena Almanyayê bernameyek li dar xistin. Di bernameya ku ji bo îhyakirina ûmmetê hatibû lidarxistin de rêvebirên gelek mizgeftan hatin cem hev.
Ji bo ku yekitî û biratîya di naveyna mislimanan de were avakirin di pêşîvanîya rêvebirên Mizgefta Wehdetê de di dema nimêja sibe de bernemeyek hat lidarxistin. Bernameya ku di wilayeta Wîesbadenê ya dîrokî de hat lidarxistin de xeynî rêvebirên mislimanên Tirkîyê rêvebirên Ereb, Boşnaq û Alman jî beşdarê bernameyê bûn.
Piştî eda kirina nimêja sibe Qur’ana Pîroz hat xwendin. Dûvre di derbarê rewşa mislimanan de axavtinek hat kirin. Melayê Mizgefta Wehdetê Mela Omer di bernamê de wiha axivî: “Çawa ku di Qur’ana Pîroz de tê diyar kirin ku mûmîn ji hev re dilovan in. Berê em kovandarê vê yekê bûn. Lê niha em hatine cem hev. Pêwîst e ku her mizgeft ji alîgirê were xelas kirin û di naveyna mislimanan de wehdet were saz kirin.” (ÎLKHA)