HDP çi qas partiyê Kurda ye !
Kurdolog Şerefxan Cizîrî di derbarê geşedanî û bûyerên ku di mehên dawî pêk hatine de nirxandinan kir û siyaseta Dewlet û PKKyiyan rexne kir.
Kurdolog Şerefxan Cizîrî di derbarê geşedanî û bûyerên ku di mehên dawî pêk hatine û di derbarê pêvajoya pevçûn û meseleya Kurd de nirxandinan kir û diyar kir siyaseta Dewlet û PKKê ya ku tê şopandin xelet e.Cizîrî, her wiha diyar kir ji pevçûnan herî zêde yê ku zirarê dibîne xelk e.
“Ev rê ne rê ye”
Şerfxan Cizîrî di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha domand: “Min berî niha jî gelek caran got ku ev rê ne rê ye. Xwezî rêyek hebana ku me jî wê rêyê şopandibana, bila dirêj be jî tiştek nabe.Lê ev rê ne rê ye. Bi vê siyaseta ku tê kirin ne rêya dewletê ne jî ya PKKê rê ye.Bi vê tu tiştek nakeve destan.Ez li vê heremê dijîm û dibînim ku herî zêde xelk zirarê dibîne.Ka lê binêrin dewlet dibêje ku ez ewlehîya can û mal a xelkê mihafize dikim.Tu PKK guhdar dikî ew jî dibêjin em ji bona ku xelkê xwe mihafize bikin vê dikin.Her du jî li ser navê xelkê diaxivin lê belê dîsa herî zêde xelk zirarê dibîne.”
“Projeyeke tu kesî ji bona sibe tune ye”
Cizîrî, di bedewama axavtina xwe de diyar kir xelk êdî bi mitala li pêşerojê dinêre û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zarok ji mektebên xwe û malbat jî ji malên xwe dibin.Av û ceyrana xelkê tê qutkirin.Dengê çekan psîkolojiya xelkê xera dike.Xelk êdî dema ku bi wesayîtên esker û polêsan re rû bi rû dibin mitala dikin.Projeya tu kesî di derbarê sibe de tune ye. Lewra xelk tedîrgîn e û ji xwe dipirse gelo ew ê sibe dîsa qedexe bê îlankirin, em ê cardin di malên xwe de heps bibin?”
“Di pêşîya me de pirsgirêkeke mezin heye û hûn ê ji bona çareserîya vê çi bikin?”
Cizîrî di berdewama axavtina xwe de ji dewletê pirs kir ka di derbarê meseleya Kurd de çi projeyên wan hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji hêla dewletê ve dibêjim, çi projeyên we di derbarê Kurdan de hene, hûn ê çi bikin? Ji perwerdahiya zikmakî bigirin heta îqtîsadê çi projeyên we hene? Her wiha di derbarê nasnameya Kurd de çi projeyên we hene? Hûn dizanin ku em li Mêrdînê ne. Li Mêrdînê ji bona mamostetiya Kurdî beşek hat vekirin.Bi qasî ku ez dizanim ji vê derê gelek hindik tayin hatin kirin.Yanî li ber me pirsgirêkên gelek mezin hene û hûn ê ji bona çareserîya van çi bikin?”
“HDP çi qas partiyê Kurda ye, ew ji xwe re dibêjin em ne partiyê Kurdan in”
Cizîrî di berdewama axavtina xwe de zimanê ku HDP bikartîne rexne kir û diyar kir partîbûna Kurdan a HDPê tê nîqaşkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji bona partiya Kurdan dibêjim.Nîqaşa bûyîn an nebûyîna partiya Kurdan tê kirin.HDP çi qas partiya Kurd e.Ew ji xwe re dibêjin ku em ne partiya Kurdan in, em partiya Tirkiyê ne, em dibin Tirkiyeyî.Ez ê ji çûyîn û hatina wan re tiştekî nebejim, lê zimanê ku heta îro hatiye bikaranîn ne zimanekî baş e. Ji ber vê yekê baş nîne; her tim bi zimanê gef xwarinê heke hûn wiha bikin em ê wiha bikin bikar tîne, bi sazîyên ku li Tirkiyê ne û di meseleya çareserîya pirsgirêka Kurd de dibe ku bibin çareser re xwedî pirsgirêk e, ew tişt bi Birêz Serokomar , hikûmet û sazîyên din re xwedîyê pirsgirêkan e.Ez xwe bi xwe dipirsim.MHP xwe nêzî vê nake, CHPya ku ez wê nasdikim jî tu tiştên cuda nabêje.Tenê AK Partî dimîne. Heger hûn bi van re jî xwedî pirsgirêk bin hûn ê bi kî re rûnin û biaxivin. Heger hûn bi van re nerûnin û pirsgirêkê çareser nekin hûn ê li xwe ba didin.”
“Tenê muxatab girtina HDPê ya ji teref hikûmetê ve kêmasiyek e”
Cizîrî di dawiya axavtina xwe de diyar kir tenê muxatab girtina HDPê ya ji teref hikûmetê ve kêmasiyek e û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di warê pirsgirêka Kurd de muxatab ne partiyeke tenê ye.Muxataba di pirsgirêka Kurd de; ne rewşenbîr, rojnameger û hunermendek e.Muxatabê di warê pirsgirêka Kurd de xelkê Kurd e.Divê rêxistin, cemaetên dînî, rewşenbîr, karsazî, rîspî û kesên ku gotina wî hebe temam bibin muxatab.Heta îro ji teref hikûmetê ve tenê muxatab girtina HDPê kêmasiyek e.Yanî ew û yên din jî ew ê bê muxatab girtin, ew ê bin wan re bê axavtin û ev pirsgirêk tevde bê çareserkirin.”
Cizîrî, di wextê 12ê Îlonê de mexdûr bûbû ji hemwelatîya Tirkiyê hatibû derxistin, Cizîrî ji ber vê yekê nêzî 20 salî li Ewrûpayê ma û li ser Edebiyat û Zimanê Kurdî xebat kirin.Cîhan Sîncara ku sê heyama li Qoserê Serokatiya Şaredariyê kiriye xweha Cizîrî ye û her wiha xweha Cizîrî jî pîreka Parlementerê DEPê Mehmet Sîncar e ku Mehmet Sîncar li Êlihê hatibû kuştin. (ÎLKHA)