'HUDA PAR, zimanê siyasetê guherand'
Endanê GÎKa HUDA PARê Îsa Aydin ji bo ziyaretê çû Bedlîsê. Aydin diyar kir ku bi siyaseta kort û berîqetan re gelê herêm ma di nabeyna du agirên ku di nabeyna dewlet û rêxistinê de diqewime. Ji ber vê yekê Aydin diyar kir ku xelasî û silametiya gel bi bernameya HUDA PARê re mimkûn e.
Îsa Aydinê ku endamê GÎKê ya HUDA PARê ye ji bo ziyaretê çû Bedlîsê. Aydin diyar kir ku silamatiya gelê ku maye di nabeyna du agiran de bi bernama HUDA PARê re mimkûne.
Aydin, di avahiya partiyê de bi saziyên bajêr û navçeyê re hat cem hev. Aydin di darbarê xebatên xwe de zanyarî da saziyên xwe.
Aydin zilmên ku di erdnigara misliman de li mislimanan tên kirin nirxand û diyar kir ku ji bo ku gel ji vê zilmê xelas bibe divê ku rawestandinekî bi îzzet li hemberê zaliman were sekinandin.
“Gelê me maye di nabeyna du agiran de”
Aydin diyar kir ku zilm û bê aramiya gel di herêm de roj bi roj zêde dibe û gel vê yekê heq nake. Dûvre Aydin axavtina xwe wiha domand: “Wek HUDA PAR wezîfa me ew e ku em wezîfeya gel diyar bikin. Wezîfa me ew e ku gelê maye di nabeyna du agiran de em xelas bikin û em ji derd û kulê wan re bibin derman. Her wiha armanca me ew e em bidin zanîn ku ev gel bê xwedî nînin. Ji ber vê yekê em rêya xwe didomînin.”
Aydin destnîşan kir ji bo ku gel xelas bibe û aramiyê bibîne pêwîst e ku bernameya partiya HUDA PARê were tetbîq kirin. Her wiha Aydin bal kişand ku ji dîroka komarê bi vir de bes HUDA PAR Îslam û wehyê ji xwe re rêbaz girtiye.
Aydin diyar kir ku wezîfa wan gelek mezin e. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Em dê wek ekîbek hewl bidin ku gel isleh bibe. Wezîfa me ew e ku em di vê warê de xwe adapte bikin û ji bo gel xizmet bikin.”
“Bernameya HUDA PARê mafên herkesê di nava xwe de dihewîne”
Aydin bal kişand ku bernameya HUDA PARê mafên herkesê di nav xwe de dihewîne û her wiha ev bername gor îrade û fitrata gel e. Aydin diyar kir ku ev bername niha tê amade kirin û di derbarê vê bernamê de zanyarî da.
Aydin wiha belav kir: “Di bernamê de hatiye diyar kirin ku irq û dînê kî çi dibe bila bibe heta ku êrîşê li îslamiyetê neyê kirin mafên herkesê di vê bernameyê de hatiye zebt kirin. Ji ber vê yekê barê me giran, karê me zehf e.”
Aydin diyar kir ku hinek siyasetmedar ji gel rey dixwazin dûvre ku digihêjin daxwazên xwe dev ji derd û kulên gel berdidin. Aydin bal kişand berevajiyê vê hişmendî û çewtiyê ew hewl didin ji bo ku rewşa aboriya gel baş bibe dixebitîn. Her wiha ji bo ku madî û derûnî û ji her aliyê ve gel aramiyê bibine pêwîst e ku zêdetir bixebitin.
“HUDA PAR, zimanê siyasetê guherand”
Aydin destnîşan kir divê ku di qada siyasetê de hebûna HUDA PARê were hesandin. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heke em di navenda siyasetê de nebin jî di encama xebatên me de em dibînin ku hinek tişt hatine guhertin. Ji ber ku em siyasetekê rast û qenc didomînin zimanê siyasetê hatiye guhertin. Çawa ku me heta niha di zemîna çewt a sîyasetê de rêya xwe baş meşandiye dê em wisa siyaseta xwe bidomînin.” (ÎLKHA)