'Qedera herêmê nehêlin hêviya aqtorên derve'
Alîkarê yekem a Serokkomarê Îranê Îshaq Cîhangîrî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu civînekê çapemeniyê ya hevpar lidar xistin. Davitoglu di civînê de diyar kir “Dibe ku em di hinek mijaran de ji hev cûda difikirin lê divê ku em qedera herêmê ji aqtorên derve re nehêlin.”
Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê ku ji bo ziyaretê çû Îranê bi Alîkarê yekem a Serokkomarê Îranê Îshaq Cîhangîrî re civînekê çapemeniyê a hevpar lidar xist. Davutoglu destnîşankir dibe ku di nabeyna her du dewletan de ramanên cûda hebe lê divê ku qedera herêmê nehêlin hêviya aqtorên derve.
Davutoglu diyar kir wek serokwezîr ev zîyareta yekem ku çûye Îranê. Dûvre Davutoglu axavtina xwe wiha domand: “Piştî hilbijartina 1’ê mijdarê Tirkîye têket heyamekê bi îstîqrar. Têkiliyên me yên bi Îranê re wekê her wextê dê ji bo me mijara herî ewil bibe. Ew hilbijartina heftiysa borî ji bo Îranê pîroz bibe. Ev hevdîtina ku piştî hilbijartina her du dewletan hatiye lidarxistin ji bo her dû dewletan destpêkekê heyama nû ye. Bi taybet piştî peymana nüklerê gelek derfet di beriya meher dû dewletan de vebûye. Ez ji bo peymana nuklerê jî pîrozbayiya xwe pêşniyaz dikim. Berê min wek Wezîrê Karên Derve ji bo vê yekê gelek hewl da. Ji ber ku Îran bi vê peymanê beriya îqtîsada cîhanê vekir ez pîrozbayiya xwe pêşniyaz dikim”
Davutoglu diyar kir berê jî ji ber danekirinên ku li Îranê dihat kirin helwesta herî diyar Tirkîye dabû nîşandan. Davutoglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dostî di rojên dijwar de diyar dibe. Me berê jî di rojên dijwar de dostiya xwe da nîşandan. Ji rewşa ku danekirên li ser Îranê bû hatiye rakirin Tirkîye gelek kêfxweş bûye. Astengiyên herî mezin ên beriya Tirkîyê ya ji bo têkiliyên bi Îranê re ev danekirin bû. Ji ber ku ev danekirin hatin rakirin Tirkîye dikare têkiliyên xwe yên bi Îranê re zêdetir bike. Dibe ku em di hinek mijaran de ji hev cûda difikirin lê em nikarin dîrok û erdnîgara xwe veguherînin. Ji bo têkiliyên me yên ku dê di heyama nû de were kirin gavên girîng hatgin avêtin. Me di derbarê ticaret, enerjî, gihanî, tûrîzm û aboriyê de biryarên girîng da. Di gihandinê de Îran ji bo Tirkîye wekê deriya ku li Asyayê vedibe ye. Tirkîye jî ji bo Îran wekê deriya ku li Ewrûpayê vedibe ye.”
“Dibe ku em di hinek mijaran de ji hev cûda difikirin lê divê ku em qedera herêmê ji aqtorên derve re nehêlin”
Davutoglu wiha axavtina xwe domand: “Heke em potansiyela têkiliyên her du dewletan binirxînin di be ku em tehdîtê terorê û pevçûna biratiyê bi hev re bibînin. Ji bo ku pevçûnên mezhebi û irqî bisekine divê ku Îran û Tirkîye nêrînên hevpar li pêş bixin. Dibe ku em di hinek mijaran de ji hev cûda difikirin lê divê ku em qedera herêmê ji aqtorên derve re nehêlin. Herkes dizane ku ji bo aşitî û îstîqrara herêm têkiliyên me yên bi hev re girîng in. Xebatên me yên ku dê em bi hev re bikin him ji bo her du dewletan him jî ji bo herêm gelek girîng e. (ÎLKHA)