HUDA PAR di nirxandina rojevê ya weşand
HUDA PAR di nirxandina rojevê ya ku weşand de balan kişande li ser belavkirina şerên li bajêran û hat ragihandin cihên mîna Sûr û Cizîrê yên ku xera bûne pêwîst e ku di bergeha ‘herema bobelatê’ de bên bidestxistin.
Di nirxandina rojevê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat weşandin de hat diyarkirin her çiqas mexdûrbûna xelkê bê dîtin jî hewl tê dayîn da ku şer û pevçûnan di nava bajêran de belav bikin û nirxandina rojevê de wiha hat domandin: “Wiha xuya dike ku ji we xerakirin û felaketa ku piştî pevçûnên li nava bajêran pêk hat, PKK ji xwe re ders negirtiye ku hewl tê dayîn û tê xwestin ku ev pevçûn û şer li navçeyên din jî bên belavkirin. Ew kesên ku ciwan, bajêr û telebên meşrû yên xelkê Kurd ji rêxistinên çekdar re, ji xewn û xeyalên şoreşê yên çepgirên Tirk re û ji bermayiyên zihnîyeta Kemalîst re dikin qurban çawa ku di paşarojê de bûye îro jî li dijî xelkê Kurd di nava îxaneteke mezin de ne.”
“Divê heq bi wasiteyên muspet û meşrû bên telebkirin”
Di berdewama nirxandinê de hat ragihandin ew qirêjkirina telebên meşrû di bingeha xeyrî meşrû de nayê qebûlkirin û wiha li nirxandinê hat zêdekirin: “Her weke ku tê zanîn gelek hêlên mîna siyasî, dîrokî, hiqûkî û civakî ya wê meseleya Kurd a ku ev bû qernek heye ku vê mesele cardin hinek kes bûn sebeb ku tenê wek meseleya şiddeta salt û paşdemayîna îqtîsadî bê fêmkirin. Lê hinek kes ji dêla ku wan heqên ku sîstemê xesb kiriye bi wasiteyên meşrû û mûspet bixwazin û vê rêyê bişopînin, rabûn însanên bê guneh bi tevahî û ji berê ve qetil kirin û wan telebên meşrû di bingeha xeyrî meşrû de qirêj kirin ku ev yek jî nayê qebûlkirin.”
“Taloqkirina wan gavên ku pêwîst bûn li ser navê çareseriyê bên avêtin nayê qebûlkirin”
Di nirxandinê de hat diyarkirin hikûmet mecbûr e ku wan telebên heqdar û meşrû yên xelkê pêk bîne û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Hikûmet di warê îadekirina heqên Kurd ên ku mexdûrên sîstemê de zimanê dewleta Kemalîst bi kar tîne û her wiha dîsa tamamê Kurdan di nava kevanê PKKê de dinirxîne ku ev yek ne jî aliyê exlaqî ve ne jî aliyê siyasî ve rast e.Hikûmet mecbûr e ku telebên heqdar û meşrû yên hemwelatîyan pêk bîne.Her wiha ew pevçûn û xerabûna asayîşê tê bihanekirin û gavên ku pêwîst in di warê çareseriyê de bên avêtin tên taloqkirin ku ev yek jî nayê qebûlkirin.”
“Cihê ku xera bûne divê wek ‘heremên afetê’ bên îlankirin”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji hêla din vê divê gavên xurttir di warê tazmînkirina ziraran de bên avêtin. Her weke ku tê zanîn di serî de li Sûr û Cizîrê û cihên mîna wan zirareke gelekî mezin pêk hatiye.Lê hikûmet van deran ji ber sedemên îqtîsadî û exlebe jî ji ber sedemên siyasî wek heremên bobelatê îlan nake û xwe ji vê jî dide paş. Em bang li hikûmetê dikin da ku van deran wek heremên bobelatê îlan bike.”
Di berdewama nirxandinê de di warê vekişîna Rûsyayê ji Sûriyê de hat diyarkirin ev vekişîn ne samîmî ye û bi niyeteke baş ev vekişîn nehatiye kirin. Her wiha di derbarê tepkiyen DYEyê yên di derbarê qerara îlankirina fedarasyonê ya PYDê de jî hat destnîşankirin ew bertek û tepkiyen ku ji îlankirina federasyona PYDê re hatine nîşandan xapandin û durûtî ye. (ÎLKHA)