Axavtina Wezîrê Kurdistanê hat astengkirin
Li Qonyayê 14emîn Fuara Teknolojiyên Zeviyê di navbera dîrokên 23-27ê Adarê de dihat lidarxistin ku Wezîrê Zîraetê yê Kurdistana Başûr Abdussetar Mecîd jî ji vê fuarê re hat dawetkirin.Mecîd dema ku kir di destpêka fuarê de bi Kurdî biaxive ji teref komîteya amadehiya fuarê ve hat astengkirin û nehiştin ku Mecîd bi Kurdî biaxive.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di destpêka fuarê de ji Wezîrê Kurd re hatiye teklîfkirin da ku axavtina xwe an bi Îngilîzî an jî bi Tirkî bike.Ji ber vê teklîfa ku li Wezîrê Kurd hatiye kirin wezîr ji rewşê re bertek nîşan da û wiha got: “Ez wezîrekî Kurd im û ez dixwazim axavtina xwe bi zimanê Kurdî bikim.Lewra ev ziman zimanê min a zikmakî ye.Ez Îngîlîzî baş nizanim û ez dixwazim bi zimanê xelkê xwe bipeyivim.”
Hat hînbûn ji ber ku ev teleba Wezîrê Kurd ji teref komîtê ve nehatiye qebûlkirin nehiştine ku wezîr di destpêka fuarê de axavtinê bike.
Piştî vê geşedaniya ku rû da re Wezîr Abdussettar Mecîd di derbarê mijarê de ji çapemeniyê re wiha axivî: “Hikûmeta Tirkiyê bi vê tegihiştin û zihnîyetê tu car nikare pirsgirêka Kurd çareser bike.”
Ev geşedaniya ku pêk hat li Tirkiyê cardin vê pirse anî bîra mirovan ‘Ka li Tirkiyê li ber axavtina zimanê Kurdî temamê pirsgirêkan rabûbûn, bi vê zihniyetê ew ê dilê Kurdan bê standin?” (ÎLKHA)