Di doza Yasîn Boru de pêşveçûn tune
Hiqûqnasên ku doza Yasîn Boru û hevalên wî taqîb dikin diyar kirin pêwîst e kesên ku vê qetlîamê dane pêkirin jî daxilî dosyayê bên kirin, lewra heger ku însanek sûcdar be divê tiştê pêwîst bê kirin.
Her weke ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin ku darizandina 41 kesên bersûc ku 18ên wan girtî ne li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê berdewam dikir ku hat ragihandin doz taloqî 18 tebaxê hatiye kirin.
Doza ku ji ber hinceta ewlehiyê neqlî Enqerê hatibû kirin di seat 10.30an de dest pê kir.Naskiriyên kesên mexdûr, rayedarên partîyên siyasî, gelek parêzer û temsîlkarên STKyan beşdarî niştinê bûn.
Niştin di seat 10.30an de dest pê kir.Di destpêka niştinê de îfadeya ‘bersûcê zarok’ ê bi navê A.S. ê ku li Diyarbekirê di girtîgehê de ye bi SESBÎSê hat girtin. A.S temamê sûcan red kir.
A.S.yê ku berî niha diyar kiribû ew bersûcê qatil Sedat Çobanî nas nake îro di vê niştinê de wî Sedat Çobanê bersûcê qatil teşhîs kir.Parêzerên mexdûran, diyar kirin îfadeyên A.S. hev dû nagirin.
Her wiha ew dîmenên ku ji kesê pêzan re hatibûn şandin jî hatin dozê.Li gor teşhîsên kesê pêzan Ridvan Baş, Mehmet Çaglar û Erkan Balaban îhtîmal e ku hatibin teşhîskirin.Kesên berscûv diyarkirin ew kesên ku di rapora ku ji kesê pêzan hatine şandin de ne ew in.
Naskirîyên kesên mexdûr ji ber rapora kesê pêzan, xwestinine ku Ridvan Başê ku bêgirtî tê darizandin bê girtin.
Dozger dewama girtîbûna 18 kesên girtî kir.
Piştî navbera ku di niştinê de hat dayîn re mehkemê dozê taloqî 18 tebaxê kir.
"Derheqê kesên ku qetlîama 6-7ê cotmehê dane kirin de tu pêşveçûn tune"
Her weke ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin ku darizandina 41 kesên bersûc ku 18ên wan girtî ne li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê berdewam dikir ku hat ragihandin doz taloqî 18 tebaxa 2016an hatiye kirin.
Ji parêzerên dozê Abdulganî Orhan piştî niştina 6emîn ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Orhan di daxuyaniya ku da de diyar kir pêwîst e kesên ku vê qetlîamê dane pêkirin jî daxilî dosyayê bên kirin.
Orhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir darizandina 41 kesên bersûc ku 18ên wan girtî ne li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê berdewam dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her weke ku hûn jî dizanin him di celseya ewil de him jî ya dawî de ew lêpirsîna ku qala wê tê kirin tê nîqaşkirin. Diviyabû di dosyayê de kesên ku vê qetlîamê dane pêkirin jî hebana, lê heta îro ne di fezlekeyan de û ne jî di lêpirsînan de di warê daxilkirina kesên ku vê qetlîamê dane pêkirin de tu pêşveçûn çênebû.” (İLKHA)