'Li vir bihezaran însan dijîna'
Endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Turgut destnîşan kir dema ku siyaseta çalan pêk nehat mîhrakên derve 15ê Tîrmehê xistin dewrê.
Piştî Civîna Serokên Bajêran a Nasandina Medyayê yên Bajarên Rojhilatê ya ku di avahiya bajêr a Diyarbekirê ya HUDA PARê de hat lidarxistin di pêşengiya Endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Turgut de li navçeya Sûrê ciyên dîrokî û mizgeftên ku hatine texrîbkirin hatin ziyaretkirin.
Turgut piştî ziyaretê wek daxuyanî û bal kişand ser avahiyên ku li Sûrê hatine xerakirin û dûvre wiha destnîşan kir: “Mîhrakên hindir û derve dema dîtin ku di warê siyaseta çalan de serkeftin çênebû 15ê Tîrmehê lidar xistin. Me dît navçeya ku di dewra Cengîzhan de jî ev qas xera nebibû piştî siyaseta PKK/HDPê bû kavil.”
Turgut wiha pê de çû: “Helbet divê ku mirov xwe bixe şûna wan de jî. Li vir bihezaran însan dijîna. Pirraniya wan jî yan çûn cem xizmên xwe yan jî têketin kirayê. Însanên me mal û dikanên xwe ji dest dan. Ji xwe gelê me feqîr bû. Piştî vê kavilbûnê feqîrtir bûn. Malên xwe yên ku di encama keda çendîn salan de sitandin terk kirin. Ketin derdê canên xwe. Di derbarê vê yekê de karê dewletê pirr e. Divê ku di vê bergehê de rêvebir ji bo mexdûriyetê gav bavêjin.”
“We bi qetilkirina 7-8 ewladên Kurdan ji kî re xizmet kir?”
Turgut wiha pê de çû: “Ji ber siyaseta çalan li Cizîr, Silopî, Şernexê bi hezaran ewladên Kurdan mixabin di çalên li herêmê de hatin binaxkirin. Ev ji vir diprsin, we bi qetilkirina 7-8 ewladên Kurdan ji kî re xizmet kir? Faîdeya wê ji kî re çêbû?”
Turgut diyar kir ku mîhrakên hindir û derve di warê siyaseta çalan de ser neketin. Ji ber vê yekê bi hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kirin ku gel têxin davikê. Dûvre Turgut wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê heke davikeke wan hebe ya Xweda jî heye. Alîkarî û înayeta ku hêjî tu kesê jê tunebû hat. Bi seferbûna gel û bi taybet însanên bawermend pêşengî kirin. Bi vê yekê ew bûn wesîle ku hewldana derbeyê serneket.”
Turgut diyar kir ku gelê Sûrê mexdûr bûne û divê ku rêvebir di derbarê vê yekê de empatî bikin. Dûvre Turgut wiha dawî li axavtina xwe anî: “Heta ku ev yek neyê kirin dê di salên beriya me de trewmayên mezin çêbin. Em hemî vê yekê dibînin. Em dibînin însanên ku ji Sûrî, Heleb û Kobanê tên ji ber ku bê avahî ne dikevin trewmayê. Divê ku em vê yekê bidin sekinandin.” (ÎLKHA)