Ji Aliman ji bo Gormezê Serokê Karên Diyanetê piştgirî
Alimên ku derheqê îddayên ew ê Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez dev ji kar berdê de nirxandinan kirin derheqê mijarê de diyar kirin pêwîst e Gormez li ser serê wezîfeya xwe be.
Weke ku tê zanîn ev çendakî ye ku tê îddîakirin ew ê Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez dê dev ji karê xwe berde. Ji ber van îddîayên ku tên kirin alimên heremê daxuyanî da. Alimên ku derheqê mijarê de nirxandinan kirin diyar kirin Gormez bi heqê wê ji Îslamê re xizmetê dike û ji bo xelkê bi Îslamê ronî bike hewil dide.
Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mehmet Şenlîk ji roja ku diyanet hatiye damizrandin vir ve bi fealiyetên Mehmet Gormez balan kişandiye li ser xwe. Şenlîk her wiha diyar kri Gormez ji Îslamê re xizmetê dike û hewil dide da ku bi Îslamê xelkê ronî bike.
Endamê Lijneya Birêveberiya Îttîhadul Ulemayê Abdulqudus Yalçin jî derheqê mijarê de diyar kir Gormez bi heqê wê wezîfeya xwe bi cî tînê û dû re wiha got: “ Mehmet Gormez ji wan serokên diyanetê yên ku ez wî herî baş nas dikim e. Mehmet Gormez bi rastî jî hewil dide ji Îslamê re xizmetê bike, wezîfeya xwe bi cî bîne. Ji ber wê yekê dema ku em ji hêla Îslamî ve lê dinêrin em wî musbet dibînin. Em wan xebatên ji teref wî ve hatine kirin ji aliyê Îslamî ve baş û qenc dibînin. Em ji bo Xwedê jê hez dikin.”(ÎLKHA)