'Almanya însanekî waka Erdogan naxwaze'
Serokê Berê yê Navenda Pêşveçûn û Lêkolînê yê Nifûsa Îranê Dr. Muhammed Cevad Mahmudî siyaseta penaberan a YN û YAyê û helwesta Tirkiyê ya di vê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.
Dr. Muhammed Cevad Mahmudî yê ku Serokê Berê yê Navenda Pêşveçûn û Lêkolînê yê Nifûsa Îranê ye, derheqê siyaseta penabera a YN û YAyê û helwesta Tirkiyê ya di vê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Mahmûdî di nirxandina ku kir de diyar kir polîtîkaya derve yê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Almanaya aciz dibe û wiha got: “Almanya welat an jî însanekî ku li dijî wî bisekine naxwaze.”
“Almanya wê hêza însanên xort ên ku ew ê karibe li gor berjewendiya xwe wanan bi kar bîne dixwaze ”
Mahmudî di berdewama axavtina xwe de qala rageşî û geşedanên ku di navbera Tirkiye-Almanyayê de rû dana kir û dû re wiha got: “Birêz Erdogan bang li Tirkiyeyiyên ku li Almanyayê dijîn kir û got ‘Hûn welatiyên me ne, ev demek dirêj e ku hûn li wê derê dijîn. Hûn berjewendiyên welatên xwe bidin ber çavên xwe û raya xwe nedin filan kesî, bidin filan kesî.’ Almanya welat an jî însanekî ku wisa li dijî wî bisekine naxwaze.”(ÎLKHA)