Tiştên ku li Arakanê dijîn
HUDA PAR bi daxuyaniya ku belav kir derheqê nîqaşên referandûma serxwebûnê ya li Kurdistana Iraqê de destnîşan kir helwest û nêrîna ‘Kurd nikarin dewletê bidamezrenin’ an jî ‘Divê qetiyen destûr neyê da ku Kurd dewletê ava bikin’ ne rast e.
Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve derheqê rojeva hundir û derve de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de derheqê mijarê mîna perwerdehî, referandûma serxwebûnê, qetlîam û jenosîda ku li Arakanê tê kirin de nirxandin hatin kirin.
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de derheqê nîqaşên qerara Meclîsa Bajêra Kerkukê ya beşdarbûna referandûmê serxwebûnê de hat ragihandin civakên Misliman çi wextî li ser edaleta Îslamê li hev civiyabin, bûne dewletên bihêz û qewet û hamîtiya civakên mezlûm kirine û bûne xwediyê îstîqrarê.
Encax ger şert û mercên pêkvejiyanê ji holê rabûbin, bûyîna dewletên cîranên hev wek rêyekê û çareyekê bê dîtin û qebûlkirin
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ger şert û mercên pêkvejiyanê ji holê rabûbin bûyîna wek dewleta cîranên hev wek çare û rêyekê bê dîtin û dû re wiha hat destnîşankirin: “Em tu carî naxwazin li tu derê ku civakên Misliman lê dijîn şer û kaos derneye. Bi heman awayî îro dikvê destûr û firset neyê dayîn ku li Iraqa ku bi referandûmê ketiye rojevê şerê navxweyî û alozî derkeve. Em bawer dikin ji dêla ku dabeşbûnê û cudabûnê ve pêkvejiyan, digelhevî û pêkanîna dewleteke mezin û bi hêz çêtir e. Encax ger şert û mercên pêkvejiyanê ji holê rabûbin, ger di pergela îdarî parvekirina çavkaniyan de edalet ne hakim be; divê ji dêla şerê navxweyî û aloziyê, bûyîna wek dewletên cîran wek rêyekê û çareyekê bê dîtin û qebûlkirin.”
Helwesta ‘Kurd nikarin dewletê bidamezrenin’ an jî ‘Divê qetiyen destûr neyê da ku Kurd dewlet ava bikin’ ne rast e
Di berdewama daxuyaniyê de derheqê referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê bê kirin de hat ragihandin ew helwesta ‘Kurd nikarin dewletê bidamezrenin’ çewt e û wiha hat gotin: “ Ji bo wan 200 dewletên ku endamên NYê qistasa dewletbûnê çi be, divê hema ew qistas ji bo Kurdistana Iraqê jî bê sepandin. Helwesta ‘Kurd nikarin dewletê bidamezrenin’ an jî ‘Divê qetiyen destûr neyê da ku Kurd dewlet ava bikin’ ne rast e. Divê hemû kes li hember qerara xelkê Kurdistana Iraqê rêzdar û bi hurmet be.”
Tiştên ku li Arakanê dijîn
Di berdewama daxuyaniyê de derheqê qetlîamên ku li Arakanê ji teref hikûmeta Myanmarê û çeteyên budîst ve hatine kirin de hat destnîşankirin ev qetlîam ji ber bêdengî û berberiya navxweyî tên kirin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Ew jenosîd, qirkirin û zilma ku li Arakanê li hember Mislimanan tê kirin ev demek dirêj e ku berdewam dike. Hikûmeta Mynamarê û Çeteyên Budîst ên ku ji bêdengiya dinyayê û berberiya nava alema Îslamê cesaretê distîne her roja ku derbas dibe zilma xwe ya li ser birayên me yên Misliman ên mezlûm zêdetir dike û Mislimanên ku sax dimînin jî dide koçkirin. Arakaniyên ku ji naçarî koç dikin li cihên ku koçî dikin di bin şert û mercên giran de dijîn digel temamê zehmetî, êş û elaman naxwazin cardin vegerin li warên xwe yên ku lê zilm û tehdayî li wan tê kirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo rê li ber qetlîamên ku li hember Mislimanên Arakanî tên kirin bê girtin bang li alema Îslamê hat kirin û weha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “ Em wê hikûmeta Myanmarê û wan çeteyên budîst ji ber sûcên dereqanûnî yên kirine lenetê li wan dikin. Em bang li raya dinyayê dikin da ku mesûliyeta însanetî û hiqûqê bi cî bînin û em bi heman awayî bang li alema Îslamê dikin da ku li birayên xwe yên Misliman xwedî derkevin.”(ÎLKHA)