'Hebûna zilmê eyba welatên Milsimana ye'
Mehmet Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê qetlîamên ku li Arakanê tên kirin de diyar kir “Welatên Îslamê pêwîst e ku hêzên xwe yên eskerî û îqtîsadî bo Arakanê seferber bikin.”
Mehmet Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ji qetlîamên çeteyên Budîst û artêşa Myanmerê re bertek nîşan da derheqê mijarê de diyar kir: “Welatên Îslamê pêwîst e ku hêzên xwe yên eskerî û îqtîsadî bo Arakan seferber bikin.”
“Li wê derê hebûna zilmê eyba welatên Milsiman û ya me ye”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir sedema bingehîn a hebûna van zilm û wehşetên ku li Arakanê tên kirin di nav Mislimanan de tunebûna wehdetê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qetlîam û zilmeke mezin heye, bi gotinê xelas nabe. Bi rastî jî malên wan Mislimanên bêçare û bêçek tên xerakirin û ew Misliman ji war û welatên xwe tên derxistin û nahêlin ku xwe bispêrin welatên cîran. Li wê derê hebûna zilmê eyba welatên Milsiman û ya me ye. sedema bingehîn a hebûna van zilm û wehşetên ku li Arakanê tên kirin di nav Mislimanan de tunebûna wehdetê û tunebûna yekîtiya siyasî ye. Ger em karibin bibin ummeta Îslamê û ger em karibin yekîtiya siyasî tesîs bikin ji xwe ew ê yekîtiya eskerî û aborî li dûv were.”
Yilmaz di dawiya axavtina xwe de bang li serokên dewletê yên welatên Îslamê kir û diyar kir “Qet nebe wein di vê mijarê de hêzeke hevpar çêbikin.”(ÎLKHA)