'Çima her tim koçger xelkê vê heremê ye?'
Serokê Bajêra Mûşê yê HUDA PAR M. Şîrîn Çaglayan qala zehmetî û elemên ku karkerên zireatê dikşînin kir diyar kir divê li heremê qadên îstîhdamê bên vekirin.
Çaglayanê ku derheqê zehmetiyên karkeran de nirxandinan diyar kir divê pêşî li rojhilat qadên îstîhdamê bên vekirin û pêwîst e hikûmet di vî warî de gavinan bavêje.
Çaglayan di berdewama axavtina xwe de qala wê qezaya ku karkerên zireatê li Mûşê kirin û qala wê êrîşa çekdarî ya ku li Termeya Samsûnê li karkeran hatibû kirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dawî li vê rewşa kovanda û elemnak a karkerên zireatê nayê. Digel ku zehmetî, derd û kûlên karkerên zireatê tên rojevê jî tiştek ji bo pê pêşiya van bê girtin nayê kirin. Ji bêkarî û zehmetiyan re çare nayê dîtin. Bereksa wê bêkarî zêdetir dibe. Ji ber zehmetiyên ku hene gelek mexdûriyetên mezin pêk tên. Bo mişkîle bên çareserkirin divê gavinan bên avêtin.”
“Hetanî ku rêwîtî berdewam bikin ew ê mş û elemên wisa bên kişandin”
Çaglayan balan kişand li ser qezaya ku li mÛşê pêk hatibû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wan rojên borî de çend kesên ehlê Gimgima Mûşê bo bixebitin rêya Zonguldakê girtibûn ku di dema rêwîtiyê de li Sanayiya Organîzê qeza kirin. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn. Qeza li ba kêleka sanayiya ku hatiye terkkirin pêk hat ku ev yek jî watedar e. Nexasim ez dixwazin balên îdareya mehelî bikşînim li ser vê yekê. Berî niha jî li gelek deran gelek weqiayên wisa qewimîn. Herî dawî li Termeya Samsunê êrîşa çekdarî li malbateke ku ji Rihayê bo xebatê hatibû hat kirin û di êrîşê de pîrekek jiyana xwe ji dest da û pîrekek jî birîndar bû. Hetanî ku rêwîtî berdewam bikin ew ê êş û elemên wisa bên kişandin.”
Çaglayan di dawiya axavtina xwe de diyar kir her tim xelkê vê heremê çima êş û eleman dikşîne û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Çima xelkê vê heremê mexdûr e, bêkar e, koç dike û her tim koçkirin lê tê farzkirin, êş û eleman dikşîne? Ev mişkîle girîng in û divê demildest bên çareserkirin.”(ÎLKHA)