Weqfa Yetîman dê ji Mislimanên Arakanî re alîkariyê bibe
Weqfa Yetîman dê ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta çeteyên Bûdîst û artêşa Mynamarê war û welatên xwe terk kirine û xwe spartine kampên li Bangledeşê re alîkariyê bibe.
Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl derheqê alîkariya ku dê bê kirin de ji endamê çapemeniyê re daxuyanî da û diyar kir ew ê wek weqfê sibe biçin Bangledeşê.
Karavîl di daxuyaniya ku belav kir de qala zilm û wehşeta ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst ve tên kirin û diyar kir ew ê bo Mislimanên Arakanî 10 bîrên avê bidin vekirin û ew ê 3 hezar û 500 paketa cil û berg û xwarina germ ji wan re belav bikin. Karavîl dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me bo van birayên xwe yên ku mexdûr bûne û hicret kirine û xwe spartine Bangledeşê kampanya alîkariyê da tertîpkirin. Ger Xweda nesîb bike em ê bi destê xwe wan alîkariyên ku di mehekê de hatine berhevkirin ji Diyarbekirê bibin Bangledeşê û ji Mislimanên Arakanî re belav bikin.”
“Li kû derê dinyayê mezlûm û mexdûrek hebe xelkê me jê re destê alîkariyê dirêj dike”
Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê bo Mislimanên Arakanî 10 bîrên avê bidin vekirin û ew ê 3 hezar û 500 paketa cil û berg û xwarina germ û her wiha alîkariyên hwd. ji wan re belav bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di bergeha kampanyayê de 250 hezar lîre berhev kir. Em van alîkariyên bi izna Xwedê ji wan kesên feqîr re bibin, ew ê kampanyaya me heta 12 berfanbarê berdewam bike. Ger îxtîyac hebe em dikarin serî lê bidin da ku kampanya bê dirêjkirin. Lê belê ew ê ev alîkariyên me berdewam bikin. Ev helk teqdîrkirinê heq dike. Lewra Li kû derê dinyayê mezlûm û mexdûrek hebe xelkê me jê re destê alîkariyê dirêj dike.”(ÎLKHA)