Yapicioglu beşdarî kermesa bo Arakaniyan tertîp kirin bû
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarî kermesa ku ji teref xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê ve bo Mislimanên Arakanî hat tertîpkirin bû.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu beşdarî kermesa ku ji teref xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê ve bo Mislimanên Arakanî hat tertîpkirin bû.
Li Zanîngeha Dîcleyê ji teref Koma Bîlgî ve Erdemê ve bo Mislimanên Arakanî kermes hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û heyeta pê re jî beşdarî kermesê bû û ji ber ku kermeseke wisa hatiye tertîpkirin xwendevanan tebrîk kir.
Yapicioglu piştî ziyareta ku li kermesê kir re daxuyanî da û diyar kir li gelek heremên erdnigariya Îslamê xwîna Milsimanan tê rijandin.
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir yek ji van heremên ku lê xwîna Mislimanan lê tê rijandin Arakan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro birayên me yên xwendekar li vê derê bo balan bikşînin li ser vê meselê û bo karibin hinekî jî be ji birînên wan re bibin melhem û vê birînê bipêçin kermesek tertîp kirine. Ew ê pereyên ku di encama vê kermesê de bên tertîpkirin ji wê derê re bişînin.Feqet weke ku min got ev ji wan birînên ku xwîn ji wan tê bes tenê birînek e. Li gelek cihan rewşa gelek birayên me wek ên wan e.”
“Em hêvî dikin ku birîneke din a nû li van birînên ku hene zêde nebe”
Yapicioglu diyar kir bi hev ketin û mijûlbûna bi hev re ya Mislimanan bi jantir û bi êştir e û dû re wiha pê de çû: “ Li hinek derên erdnigariya ummetê Misliman bi hev re mijûl dibin û xweîna hev dirjînin ku ev yek tiştê herî bijantirîn û nebaştirîn e. Îxtîmal heye ku li van yeke din bê zêdekirin. Vaye, li kêleka me li Iraqê, ji ber wê rageşiya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û birêveberiya Kurdistanê, îxtîmal heye ku şereke germ derkeve. Em hêvî dikin ku birîneke din a nû li van birînên ku hene zêde nebe.”
“Ji ber ku ev hewil ji teref xortên zaningehê ve tê dayîn kêfxweşiya me zêdetir dike”
Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew hewildanên alîkariya bo Arakaniyan a ku ji teref xortên zanîngehê ve tên dayîn tişta kêfxweşiyê ye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji destên me tiştekî zêde nayê. Ji bo ku ji Arakaniyan re alîkarî bê kirin hewilek heye. Ev hewil tiştekî xweş û baş e. Ji ber ku ev hewil ji teref xortên zaningehê ve tê dayîn kêfxweşiya me zêdetir dike. Înşaallah hejmara van xortên me yên ku mesûliyet û wezîfeya xwe dizanin zêde bibe û ew sibe disibe werin desthilatdariyê û îdare têkeve destên wan, ez hêvîdar im ku ew ê biratiya ummetê qewîtir û sexlemtir bikin. Ger yekîtî û biratiya ummetê bê tesîskirin, ez bawer dikim ku ew ê exlebeyê van mişkîle û problemên ku em dijîn dê çareser bibin.”(ÎLKHA)