Sefîr Berger Şaredara Entabê ziyaret kir
Serokê Delegasyona Tirkiyê yê Yekîtiya Ewqûpayê Sefîr Christian Berger Seroka Şaredariya Bajêra Mezin a Entabê ziyaret kir.
Sefîr Christian Bergerê Serokê Delegasyona Tirkiyê yê Yekîtiya Ewqûpayê yê ku bo ziyaretinan hat Tirkiyê, Seroka Şaredariya Bajêra Mezin a Entabê ziyaret kir. Di hevdîtina ku hat kirin de pêwendiyên Entabê yên bi Yekîtiya Ewrûpayê re hatin nirxandin.
Di ziyareta ku hat kirin de Berger destnîşan kir “Sala 2018an dê bibe sala Mîrasa Çandî ya Ewrûpayê, em dixwazin di wan xebatên ku dê di vê bergehê bên kirin de digel Entabê bixebitin.”
Fatma Şahîn jî di hevdîtinê de derbarê bajêr de agahî dayê û dest nîşan kir şaredariya Entabê û Yekîtiya Ewrûpayê digel hev di nav lihevkirinekê de ne.(ÎLKHA)